Di civîna her sê Wezaretên Iraqê û Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê de biryara talopkirina hilbijartina pêşwext a Iraqê hate dayîn. Beriya niha biryar hatibû dayîn ku di 6’ê Hezîrana 2021’an de hilbijartin pêk bê.

Piştî civînê tu demekî nû ya ji bo hilbijartinê nehate diyarkirin.

Tê îdîakirin ku di civîna çêbûyî de komîsyona bilind a hilbijartinê ragihandiye ku komîsyon nikare di meha Hezîranê de hilbijartinê pêk bîne.