Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 15ê Çile 2021 ÎN
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Artêşa Tirk a dagirker a dagirker li bejahiya navçeya Perwarî ya Sêrtê operasyoneke leşkerî da destpêkirin.

&- Berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî, ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dikin, di roja 50’î de ye.

&- Çalakiya nobedê ya li paytexta Elmanya Berlînê ji bo piştgirîdayîna grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatiye destpêkirin, di roja 5’an de ye.

&- Operasyona xapandinê ya MÎT û PDK’ê, ku bi navê “PKK, YPG/YPJ, QSD zarokan direvîne” pûç bû.

&- ÎHD’ê ya Wanê, bi amadekirina raporekê derxist holê ku di nava sala 2020’an de 2 hezar û 410 binpêkirinên mafan li bajêr rû dane.