Çend roj beriya destpêkirina dema serokatiyê ya Joe Bîden a li DYE’yê, roja Înê li paytexta Koreya Bakur Pyongyangê, bi beşdariya hêzên peya, yekîneyên topavêj, tank û hêzên hewayî yên artêşê merasîmek hate lidarxistin.
Merasîma leşkerî di demeke welê de hate kirin ku Partiya Karker a li desthilatdariyê ye kongreya xwe pêk tîne. Lîderê Koreya Bakur Kîm Jong Ûn li kongreyê axivî û DYE weke ‘dijminê bingehîn’ ê welatê xwe nîşan da.
Jong Ûn her wiha li merasîma leşkerî temaşe kir. Di vê navberê de balafiran jî ji bo kongreya 8’emîn silav bikin, nûmaraya ‘8’ çêkirin.
Ajansa nûçeyan a fermî KCNA’yê jî wiha got, “Artêşa herî xurt a cîhanê, fuzeyên balîstîk ên ji keştiya binê avê tên avêtin li pey hev anîn meydanê û hêza hêzên çekdar ên şoreşger nîşan da.”
Di wêneyan de yên hatin parvekirin jî herî kêm çar fuzeyên ku serikên reş û spî bi wan ve hatibû kirin, xuya dikir.