Li Nîjerê ya ku yek ji welatê Efrîkaya Rojava ye, çeteyên Boko Haram li endamên artêşa da û herî kêm 4 leşker mirin. Li gorî wezareta parastinê li ser sînorê Nîjerê ji ber teqîna mayînekê herî kêm 8 leşker birîndar bûn.
Li Komara Efrîkaya Navîn a ku şerekî navxweyî lê heye, hate diyarkirin ku li leşkerên girêdayî Hêza Aştiyê ya Mînûsca ya Neteweyên Yekbûyî hatiye xistin. Hate diyarkirin ku di vê êrîşê de jî 2 leşker mirine.
Li dijî leşkerên mîsyona Mînûscayê ji 17’ê Kanûnê û vir ve êrîş tê kirin û di van êrîşan de herî kêm 7 leşker mirin. Hate diyarkirin ku leşkerên duh di êrîşê de mirine, leşkerên artêşa Gabon û Fasê ne.