Li gorî AFP’ê, Gûterres raporek pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û tê de got, “Di diyaloga aborî, ewlekarî û siyasî ya navbera Lîbyayyan de ku ji aliyê Manûl (Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li Lîbyayê) ve hate hêsanî kirin, pêşketineke berçav heye.”
Gûterres got, “Aboriya Lîbyayê li ber têkçûnê ye” û ev bang li aliyên li Lîbyayê kir, “Ji bo berjewendiyên gelê Lîbyayê, ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî ya mayinde ji şer re, ji bo çareseriya pirsgirêkên aboriyê û sivikkirina rewşa însanî biryardariya xwe dewam bikin.”
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî her wiha bang li aktorên herêmî û navneteweyî kir ku bi hurmetê nêzî xala peymanê bibin ya ku vekişîna yekîneyên biyanî û hêzên bi pereyan şer dikin, ferz dike.