Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 22ê Çile 2021 ÎN
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00

Guhdarên hêja, em ê nûçeyên dawî pêşkêş bikin. Dem dema azadiya Rêber Ocalan e.

&- Dewleta Tirk a dagirker, li bajarê Bakûrê Kurdistan Colemêrgê 12 herêm û walîtiya dagirker a Dêrsimê jî bi dehan herêm heta dawiya salê, ketin û derketina welatiyan qedexe kir û weke herêmên taybet ên leşkerî ragihand.

&- Li Şemzînanê di encama çalakiya gerîlla de 6 dagirker hatin cezakirin.

&- PKKê, piştgiriya Koordînasyona navnetewî ya Organîzasyon û Partiyên Şoreşgerî ÎCORê ya li dijî êrîşên li ser sîvîlan, silav kir.

&- Serokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku heta polîtqeya tecrîd û şer neqede, krîza aborî, civakî û siyasî çareser nabin û li Tirkiyê atmosfera demokrasiyê çênabe.

&- Hevseroka Desteya Rêveber ya Şingalê Rîham Hiço, dazanîn ku Dewleta Tirk dixwaze planên xwe yên qirêj bi Iraqê bide kirin.