Di saetên danê sibê de li Iraqê bi fûzeyên katûşa êrîşî balafirgeha Bexda yê kirin. Hate ragihandin ku êrîş ji aliyê sîstema parastinê ya li Navenda Vîctor a DYE’yê ve hatiye valaderxistin.
Hate ragihandin ku piştî êrîşê û şûnde hêzên ewlekariya Iraqê dest bi lêpirsîneke dorfireh kiriye.
Berî çend rojan di êrîşeke xwekujî ku çeteyên DAÎŞ’ê li paytexta Iraq Bexdayê li bazarekê kirbû de jî 32 kes miribûn û 110 kes jî birîndar bûbû.