Dagirkerî û êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd, tecrîd û kiryarên li dijî mirovahiyê yên li girtîgehan, li bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Meş bi pêşengiya Meclîsa CDK-Bordeaûxê roja Şemiyê saet di 14:00 de li qada Borsayê pêk hat.

Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) jî piştgirî da meşê.

Di çalakiyê de êrişên dagirkeriyê û zextên faşîst ên dewleta Tirk ên li Kurdistanê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kiryarên li dijî mirovahiyê yên li girtîgehan hate şermezarkirin.

Di meşê de têkildarî armanca çalakiyê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.