Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 25ê Çile 2021 DUŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Li bajarê Lîegeyê yê Belçîkayê di çarçoveya pêngava ‘Dem dem azadiyê ye’ çalakiyek hate lidarxistin.

&- Walîtiya dagirker a Tirk, li Colemêrgê, Wan, Şirnex, Batman, Sêrt, Betlîs û Dêrsîmê bi sedan herêm weke herêmên leşkerî ragihand û ketina wan li welatiyan qedexe kir.

& – Artêşa Tirk a dagirker li navbêra rêya Wan û navçeya wê Elbakê de amadekariya tevgereke leşkerî dike.

&- Şandeya Rêveberiya Xweser a Şengalê serdana Bexdayê kir

&- Mamostayê Zanîngeha Selahedînê Dr. Qasim Merzanî da zanîn PDK hevkariya êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûr dike û got; “Nemana PKK’ê li Herêmên Parastina Medyayê, tê wateya nemana Başûrê Kurdistanê.”

&- KJAR’ê pêla destgîrkirin û girtinê ya ji aliyê rejîma Îranê ve tê meşandin şermezar kir û destnîşan kir ku divê gel, bi taybetî jin bêdeng nemînin.