Danişîna çaremenîn a Doza Nisêbînê duh jî dom kir. Ji girtiyan Hamît Acun di parastina xwe de diyar kir ku xwerêvebirin mafekî pîroz e û wiha got: “Ez nikaribûm li hemberî kuştinan bêdeng bimînim. Ez bi daxwaza xwe çûm Nisêbînê û tev li doza mafdar a gelê Nisêbînê bûm.”

Rûniştina danişîna çaremîn a Doza Nisêbînê 53 welatî jê tên darizandin duh jî li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ya li avahiya Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) berdewam kir. Girtiyên ku du roj berê ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, parastin nekiribûn û pişta xwe dabûn şandeya dadgehê, duh parastina xwe kirin.

Rûniştina danişîna çaremîn a Doza Nisêbînê 53 welatî jê tên darizandin duh jî li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê ya li avahiya Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) berdewam kir. Di danişînê de 42 kesên girtî di danişînê de amade bûn. Parêzer, xizmên windayan û parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar jî di dozê de amade bûn.

Girtiyên ji dozê di rûniştina danişînê ya ku du roj berê de ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, parastin nekirinbûn û pişta xwe dabûn şandeya dadgehê, duh parastina xwe kirin. Danişîn bi parastina Hamît Acun dest pê kir û Acun jî parastina xwe bi şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan dest pê kir.

Di parastina xwe de Acun bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û da zanîn ku pêvajoya çareseriyê ji hêla Ocalan ve hatibû destpêkirin û ji hêla Erdogan ve jî hatiye bidawîkirin. Acun got ku pêvajoya pevçûnê bi civîna MGK’ê dest pê kir û wiha dom kir: “Hemû destkeftiyên gelê kurd hedef hatin girtin. Di şexsê HDP’ê de îradeya gelê kurd hedef hat girtin.”

Acun daxuyand ku wî nekarî li hemberî qetilkirina gel çavên xwe bigire û wiha berdewam kir: “Li ser vê yekê jî ez bi daxwaz û îradeya xwe çûm Nisêbînê. Min xwest li cem doza mafdar a gelê Nisêbînê cih bigirim. Dema ez çûm Nisêbînê qedexe tune bû. Piştî qedexeya 13’ê adara 2016’an de hêzên çekdar bi çekên giran êrîşî gel kirin. Armanca me parastina gel û bajarekî bû. Armanca dewletê jî tunekirina me bû.”

Di berdewamê de jî Acun daxuyand ku ew bi şev û rojan li wir tî û birçî maye û wiha pê de çû: “Ji bo ku li wir nemirim, têdikoşiyam. Li gel êrîşên giran jî min çek neda destê xwe û neketim pevçûnê. Pişt re em hatin binçavkirin û bi rojan heqaret li me kirin. Ava kelandî rijandin ser me û em dan ceryanê. Di dema vê îşkenceyê de 3 diranên min û pozê min hat şikandin. Li gel ku sê sal bi ser bûyerê derbas bû jî lê şopa birînan di laşê min de heye.”

Acun sûcên ku pê tê tewanbarkirin red kir û wiha dawî li parastina xwe anî: “Xweseriya demokratîk û xwerêvebirin parçekirina welat nîne. Beravajiyê vê yekitiya civakê pêk tîne. Rêbazeke xwebirêvebirinê ye. Xweseriya demokratîk modeleke demokratîk û hiqûqî ye. Wek her kesî, mafê kurdan jî heye ku xwe bi rê ve bibe. Mafeke pîroz e. Di jiyana xwezayî de azadî mafê bingehîn e. Ev maf ê kurdan e jî.”

Her wiha piştî parastina Acun, heyeta dadgehê navber da danişînê. Heyeta dadgehê da zanîn ku îro dê mutalayan bixwazin û parêzer jî dê derbasî parastinê bibin. Doz dê îro jî berdewam bike.