Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî çalakiyên dawî li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê ragihandin ku di çarçoveya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên wan du çalakî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê lidar xistin.

Li gorî daxuyaniya navenda ragihandina YPG`ê encamên her du çalakiyan wiha ne:

– 16’ê Cotmehê yekîneyên me, kombûneke çeteyên koma Firqet Hemze ya li gundê Kêmarê yê navçeye Şêrawa hedef girtin. Di encamê de şerekî demkurt çêbû û 4 çete hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. Ji çeteyên ku hatin kuştin navê 3`yan hate eşkerekirin: Ebdullah Marî, Mihemmed Silêman, Ebû Yaqûb Hemze.

-17’ê Cotmehê de hêzên me li gundê Kefr Nebo yê navçeya Şêrawa li dijî erebeyeke leşkerî ya koma Feylaq Şam çalakiyek bi bandor pêk anîn. Di encamê de erebe hate teqandin û 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.