Şandeyeke ku Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar jî di nav de, bi nûnerên partiyên siyasî, akademîsyen û nûçegihanan re civîneke onlîne kir.
Şandeyeke ku ji Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevberdevkên Maseya Rojhilata Navîn ên HDP’ê Tulay Hatîmogullari Oruç û Gulîstan Koçyîgît û Bereket Kar pêk hatî, li gel nûnerên partiyên siyasî, akademîsyen û nûçegihanên Misrî re civîneke onlîne kirin.
Sancar di civînê de diyar kir şer, tundî û hejarî zêde dibe, li ser rewşa Rojhilata Navîn û Efrîkaya Başûr nirxandin kir. Sancar her wiha pêşniyazên derheqê aştiyê û demokrasiyê yên HDP’ê anî zimên. Sancar got ew hewl didin bi partiyên siyasî yên Rojhilata Navîn, Efrîkaya Bakur, bi çewisandiyan re xeta hevpar a têkoşînê deynin û tenê bi xetê aştî û demokrasî dikare were tevahiya herêmê.