Li Berlînê bi meşeke girseyî daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, li paytexta Elmanya Berlînê bi çalakiyekê hate silavkirin.
Çalakiya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve hate lidarxistin saet di 15:30’î de li Hermanplatzê pêk hat.
Endamên Meclîsa Kurdistaniyan a Azad, Meclîsa Jinê ya Dest-Dan, TCŞ, TÊKO-JIN, ATÎF, jin ên ciwan ên Zora, Yoûng Strûggle û komên antîfaşîst tevlî çalakiyê bûn.
Aktîvîstekî TŞC’ê di dema meşê de axivî û destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan ne ya qebûlkirinê ye.
Nûnerê Yoûng Strûggle jî diyar kir ku ji ber têkiliyên bazirganiyê yên dewletên Ewropayê bi Tirkiyeyê re, hewl didin Kurdan bi taybetî jî ciwanan krîmînalîze bikin. Aktîvîst diyar kir ku têkoşîna li dijî vê yekê dewam dike.
Parlamentera berê ya HDP’ê Sîbel Yîgîtalp jî got, “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî tevahiya gelê Kurd e.”
Di dawiya meşê de li Kotbûssertor hunermendê Kurd Caner Yilmaz derkete ser dikê û çalakî piştre bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

