Wezîra Bazirganiyê ya Navneteweyî ya Brîtanyayê Lîz Trûss, wê roja Duşemê bi rengekî fermî namzetiya xwe ya ji bo vê peymana bazirganiyê diyar bike. Awûstralya, Kanada, Japonya, Meksîka, Vîetnam û Şîlî jî di nav de 11 welatên li herêma Pasîfîk di nava Peymana Bazirganiya Serbest a Transpasîfîk de cih digirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Bazirganiyê ya Navneteweyî, London wê îsal dest bi danûstandinên bi hevparên peymanê re bike.
Serokwezîr Borîs Johnson salek piştî derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê got, “Me hevkariyên nû çêkirin ku wê ji aliyê aboriyê ve avantajên mezin bide gelê Qraliyeta Yekbûyî.”
Peymana Bazirganiya Serbest a Transpasîfîk sala 2019’an di navbera 11 welatên navborî de ji bo rakirina sînorên bazirganiyê ava bûbû. Peyman, nêzî 500 milyon mirovên li herêma Asya-Pasîfîkê eleqedar dike. Bi vê peymanê re her wiha tê xwestin ku bandora aboriyê ya Çînê bê kêmkirin.