Parlamentera Sosyalîst a ji Rojhilatê Kurdistanê Amîneh Kakabaveh girtina 70 jin û parêzvanên mafên mirovan û qetilkirina kolberan a li Rojhilatê Kurdistanê xiste rojeva Parlamenta Swêdê.
Zextên Îranê yên li ser Kurdan, jinan û parêzvanên mafên mirovan timî di rojeva Parlamenta Swêdê de ye.
Piştî civîneke têkildarî rewşa li Îranê ku Wezîra Karên Derve Ann Lînde jî tevlî bû, Parlamentera Sosyalîst a ji Rojhilatê Kurdistanê Amîneh Kakabaveh pêr pêşnûmepirsek pêşkêş kir û ji Wezîra Karên Derve Ann Lînde xwest, ku ji bo berdana girtiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê zextê li rejîma Îranê bike.
Hefteya derbasbûyî di dema nirxandina pêşnûmeyê de li Parlamentê di navbera Kakabaveh û Ann Lînde de nîqaşê rû da. Lînde îdîa kir ku ew girtinên li Îranê û binpêkirinên mafên mirovan timî dixin rojevê. Kakabaveh jî xwest, ku ji bo berdana girtiyan, hikumeta Swêdê helwesteke hîn yekgirtî û bi biryar nîşan bide.
Kakabaveh roja Înê jî pêşnûme pirseke nû pêşkêşî parlamentê kir û girtina 70 parêzvanên mafên mirovan û kuştina kolberan li Rojhilat xiste rojevê.
Kakabeveh der barê mijarê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Îran û Tirkiye terorîzma dewletê dikin, hurmetê nîşanî mafên mirovan nadin û destnîşan kir ku her du welat li dijî karker, kedkar û Kurdan xwedî heman ajandayên siyasî ye.
Kakabaveh ragihand, Îran kesên ku ji bo parastina mafên jinan, mafên mirovan û hawirdorê têdikoşin weke ‘terorîst’ sûcdar dike û got, “Rejîmê 70 Kurd û gelek Belûcî girt. Ev mirov ne endamê partiyeke siyasî yan jî aliyekî ne. Guhertinê dixwazin. Dixwazin mirovên li Kurdistanê di nava şert û mercên baştir de bijîn. Dixwazin ku mafê perwedeya bi zimanê dayikê bidin zarokan. Îran mîna Tirkiyeyê van mirovên ku daxwaza mafên xwe dikin bi terorîstiyê sûcdar dike.”
Kakabeveh ragihand ku Îran û Tirkiye li dijî Kurdan û parêzvanên mafên mirovan hevkariyê dikin û got, “Li her du welatan jî dîktatorî heye. Hurmetê nîşanî mafên mirovan û jinan nadin. Her du welat li dijî gelan xwedî heman rojevê ne. Jinên ku li mafên xwe digerin, xwendekar û hawirdorparêzan weke terorîst sûcdar dikin. Li gorî nêrîna wan, yên ku ji bo mafên xwe têdikoşin terorîst in.”
NÛNERÊN REJÎMÊ LI EWROPAYÊ DIGERIN
Kakabaveh diyar kir ku nûnerên rejîma Îranê di demekê de ku êşkence li muxalîfan tê kirin, tên girtin de li Ewropayê digerin û got, “Li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê diaxivin. Ann Lînde bi destê wan ê bi xwîn digire. Li wan guhdarî dike.”
HELWESTEKE HEVGIRTÎ YA SWÊDÊ NÎNE
Kakabaveh ragihand ku dewletên Rojavayî bi rengekî tund binpêkirina mafên mirovan a li Ûkrayna û Rûsya Spî şermezar dikin, lê belê sûcên li dijî mirovahiyê yên li Îranê ji nedîtî ve tên. Kakabaveh got, “Bi tirs tevdigerin. Niha li Îranê 2 welatiyên Swêdê girtî ne. Swêd bêdeng e. 40 sal in li hemberî rejîmê helwesteke hevgirtî nîşan nade. Ji niha û pê ve jî wê nîşan nede.”