Li gorî polîsên Somaliyê roja Yekşemê piştî nîvro li pêşiya otela bi navê Afrîk a nêzî balefirgehê otomobîlek hate teqandin û kesên çekdar ketin nav otelê.
Hate diyarkirin ku heta nîvê şevê êrîşa li ser otelê domiyaye. 4 kesên çekdar ketin odeyekê û li dijî van kesan şer hate kirin. Di vê kêlîkê de mişteriyên otelê hatin derxistin.
Berdevkê polîsan Sadik Dûdîş di civîna çapemeniyê de got ku, “5 kesên sivîl û têtikkêş jî hatine kuştin.” Dûdîş diyar kir ku sê êrîşkar hatine kuştin û yekî jî xwe teqandiye.
Tê diyarkirin ku rewşa hinek birîndaran giran e û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Wezîrê Ragihandinê diyar kir ku generalekî rayedar ê asta herî bilind Mûhammed Nûr Galal jî hatiye kuştin.
Serbazên Somaliyê, hêzên ewlekariyê û pêşengên civakî bêtir li vê otelê dimînin.
Rêxistina El Şebab a ku têkiliya wê bi El Kaîdeyê heye, bi daxuyaniyekê ev êrîş li xwe girt.
Beriya vê êrîşê hikumetê di serê meha Kanûnê de daxuyanî dabû û diyar kiribû ku 15 endamên El Şebabê hatine kuştin.
El Şebab ji zû ve ye êrîşan dibe ser otelan. Di Tebaxa 2020’an de jî pênc endamên Şebabê ketibûn otela Elite, yek jê polîs 11 kes kuştibûn.
Di Sibata 2019’an de jî piştî êrîşeke bi qasî 24 saetan herî kêm 20 kes hatibûn kuştin. Beriya vê êrîşê jî oteleke luks a li Naîrobî bûbû hedefa Şebabê û 21 kes hatibûn kuştin.
Li Mogadîşûyê di Kanûna 2019’an de jî bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hatibû kirin û gelek jê sivîl 81 kes hatibûn kuştin.