DMME’yê, têkildarî serlêdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş, ji desthilatdariya AKP-MHP’ê xwest ku parastina xwe bike.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî girtîhiştina duyemîn a Hevserokê berê yê HDP’ê yê dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş a di dosya Kobanê de, ji desthilatdariya AKP-MHP’ê xwest ku parastina xwe bike.
DMME’yê pirsî ku girtina Demîrtaş li gorî gumana maqûl, hincet û dema maqûl pêk tê yan na. Her wiha pirsî ku bi girtina Demîrtaş re qedexea girtina ji bo armancên siyasî hatiye binpêkirin yan na.
PARÊZERAN RAGIHANDIN
Ev daxwaza DMME’yê ji aliyê parêzerên Demîrtaş Ramazan Demîr û Benan Molû ve bi rêya medya dîjîtal hate parvekirin.