Li Îtalyayê, danûstandinên ji bo avakirina hikumeteke nû ya koalîsyonê ya bi serokwezîrtiya Giuseppe Conte bi ser neket. Li gorî agahiyan, serokê berê yê Bankaya Navendî ya Ewropayê ji aliyê Serokkomar ve hatiye vexwendin.

Li Îtalyayê, piştî ku partiya serokwezîrê berê Matteo Renzi Italia Viva xwe ji nava hikumetê vekişand, krîza hikumetê meha derbasbûyî dest pê kir û hîn jî dewam dike.

Serokwezîr Giuseppe Conte 26’ê Çileyê îstifa kir. Ji bo avakirina hikumeteke nû ya koalîsyonê bi pêşengiya Conte danûstandinan dest pê kir, lê bi ser neket. Serokê Meclîsa Nûneran Roberto Fico doh êvarê daxuyanî da û diyar kir ku piştî hevdîtina bi Serokkomar Sergio Mattarella, di mijara serketina danûstandinan de ew bêhêvî ye.

Conte ku di ser partiyan re ye, beriya niha serokatî ji hikumeta ji partiyên Partiya Demokrat (PD), Tevgera Pênc Stêrk (M5S) û Italia Viva re dikir.

SEROKÊ BERÊ YÊ BANKAYA NAVENDÎ YA EWROPAYÊ WÊ BI SEROKKOMAR RE HEVDÎTINÊ BIKE

Piştî ku hate ragihandin, hevdîtinên ji bo koalîsyonê bi ser neketiye, bal çû ser hevdîtineke cuda ku wê bi Serokkomar Mattarella re bê kirin. Li gorî agahiyan Serokkomar Mattarella, Serokê berê yê Bankaya Navendî ya Ewropayê Mario Draghi vexwendiye ku îro danê nîvro pê re hevdîtinê bike.

Li Îtalyayê, hikumeta dawî bi taybetî ji ber nîqaşên têkildarî çareserkirina krîza ji ber Covîd-19 bi dawî bûbû. Li Îtalyayê ku aboriya wê di sala 2020’î de ji sedî 9 biçûk bû, Serokwezîr Giuseppe Conte, piştî nîqaşa li ser şêweyê bikaranîna budçeya zêdekirî ya nêzî 200 milyar Euroyî ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bi hevkarî bê fînansekirin, beşek ji koalîsyonê ji dest dabû.