FEY-KOM’ê li ser salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyanî da û bernameya çalakiyan a li Awûstûryayê ya di navbera 1-15’ê Sibatê de eşkere kir.
Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awûstûryayê (FEY-KOM) ji ber salvegera 22’an a komplaoya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, wê di navbera 1-15’ê Sibatê de bi dirûşma “Em ê komployê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin” çalakiyan li dar bixe.
FEY-KOM’ê ragihand ku wê bi çalakiyan tevlî pêngava ‘Dem dema azadiya Ocalan e’ bibin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye.
Di daxuyaniyê de ji bo çalakiyên navbera 1-15’ê Sibatê bang li gelê Kurd û dostên wan ên li Awûstûryayê hate kirin ku bi xurtî tevlî bibin û bi vê wesîleyê sala 2021’ê bikin sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Bernameya çalakiyan a bi pêşengiya FEY-KOM’ê di navbera 1-15’ê Sibatê de bên lidarxistin wiha ye:
* 6’ê Sibatê wê li Viyanayê standa îmzeyan bê danîn.
* 12’ê Sibatê wê navbera bajarên St. Polten û Viyanayê di navbera saet 14:00-17:00 de bi 50 wesayitî konvoya ji bo rêwîtiya 70 kîlometreyî bê avakirin.
13’ê Sibatê wê li 4 navendan çalakî bên lidarxistin. (Li Viyanayê li Menschenrechten plastê saet di 15:00 de meş, li Graz, Lînz û Înnsbrûckê jî mîtîng pêk werin.)
* 14’ê Sibatê li navenda Viyanayê ji Schwarzenbergerplatzê heta Heldenplatzê wê tûra bîsîkletan pêk were.
15’ê Sibatê li Viyanayê saet di 17:00 de li Chrîstîan Brodaplatzê wê meşeke bi meşaleya bê lidarxistin. Her wiha wê li navendên civaka demokratîk hemûyan name ji Neteweyên Yekbûyî re bên şandin.