Qezayê Xurmatûyê ser bi parêzgeha Salahedîn ya Iraqêye, lê ji ber Kurd û pêkhateyên din lê dijîn di heman demê de dikeve nava herêmên nakokî li ser hene. Li Xûrmatuyê pêkhateya Kurd, Ereb û Tirkmen dijîn. Xûrmatû jî ji ber bûyerên 16’ê Cotmehê gelek ziyanên madî û manewî girtibû. Heya niha jî rewşa aloz ku pêk hatibû, bi temamî ji holê ranebûye û çareseriyeke mayînde ya bi îradeya hemû pêkhateyan pêk ne hatiye.
Di dema 16’ê Cotmehê û rojên piştre de gelek binpêkirin li dijî pêkhateya Kurd çêbûn. Gelek welatiyên Kurd koç kirin, destdirêjî li ser mal û milkê wan bû, bûyerên destavêtina jinên Kurd rû dan. Piştî bûyerên 16’ê çi rû dan û rewşa Xûrmatû ya niha çawaye, wê dibin çend sernavan de were vekirin.
Zirerên giyanî
Di bûyerên 16’ê Cotmehê de 7 endamên hêzên parastinê yên Kurd şehîd bûn. Ji vane 2 jê pêşmergeyên malbenda 16 ya Hemrîn a ser bi YNK’ê, endamek asayîşa YNK’ê, 4 polîsên beşa lezgîn yên lîwaya 5 a Çemçemalê bûn. Herwiha 250 pêşmerge, hêzên asayîş, polîs û welatiyên xwe bexş birîndar bûn. 24 kes jî dîl hatin girtin û piştre serbest hatin berdan.
Êrîşên cinsî ‘Desavêtin’
Çekdarên ser bi Heşdî Şebî di dema bûyerên 16’ê Cotmehê de destavêtin 4 jinan. Birayê yek ji wan jinan li dadgehê doz vekir, malbatên 3 jinên din jî bi şêweyek li ser van êrîşên cinsî yên li dijî jinan pêkhatibû girtin. Di wê demê de komîsyona jinan ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê rapora xwe ya di derbarê destavêtina jinan de amade kir û belav kir. Rapor pêşkêşê Parlamentoya Iraqê kirin, lê hîn jî encama wê raporê nediyare. Hat îdakirin ku jinek piştî ku li rastê destavêtinê tê ji aliyê malbata xwe ve hatiye kuştin. Lê heya niha jî ev agahî ne hatiye piştrast kirin.
Ziyanên madî
Li gorî rêjeya agahiyên ku hatine bidest xistin 88 xanî, 300 dukan û 300 mal destpêkê hatine talankirin û paşê jî hatine şewitandin. Herwiha 12 avahiyên aliyên siyasî yên Kurd, ofîsên 5 qenalên ragihandinê yên herêmî yên Kurd jî hatin şewitandin.
Rewşa perwerdê
Beriya bûyerên 16’ê Cotmehê 49 dibistanên amadeyî, seretayî û baxçeyên zarokan hebûn. Bi giştî 6 hezar û 900 xwendevan û 494 mamosta jî hebûn. Lê piştî bûyerên 16’ê Cotmehê ev rêje kêm bû û 27 dibistan û 374 mamoste, 3’ê hezar û 30 xwendekar. Yanî 22 dibistan, 120 mamosta û 3’ê hezar û 500 xwendevanên Kurd venegeriyane cihê xwe.
Koçberî ya ji Xûrmatuyê
3’ê hezar malên Kurd yên niştecihên Xurmatû ji ber bûyerên 16’ê Cotmehê koçê bajarên din yên Başûrê Kurdistanê kirin. Gelek jê berê xwe dan herêma Germiyan û hinek derbasî navçeyên din bûn. Niha ji sedî 80 niştecihên bajarok vegeriyane ser malên xwe. 60 malbatên ku venegeriyane di nava kampa koçberan a Taze ya li Herêma Germiyanê dene. Yên din jî hinek li Germiyan û parêzgehên Silêmanî û Hewlêrê bicih bûne.
Sedema ne vegerîna koçberan
Ew malbatên ku heya niha venegeriyan Xurmatû, malên wan xirabûne û hatine teqandin. Malên gelek ji wan hatine şewitandin. Êdî ew xanî xirabûne û malbat nikarin têde jiyan bikin. Beşek din yê xaniyan jî ji aliyê hikûmeta navendî ve hatine desteser kirin. Gelek malbat jî dibêjin ku ti ewlekariya Xurmatû nîne ji bo wê ew venagerin. Heya niha hikûmeta Iraqê tazmînata van zirerên madî nedaye.
Xizmetgûzarî
Ji ber şewitandin, xira kirin û teqandina xaniyan, taxên Kurdan di nava gelaşê dene û tax di nava qirêjê de mane. Xizmetek kêm jî di taxên Kurdan de tê kirin û gelek gelaş di nava taxên Kurdan de mane û nayên avêtin. Ji ber qirêjiya zêde metirsî heye ku nexweşî çêbibin.
Rewşa îdarî û rêveberiyê
Beriya bûyerên 16’ê Cotmehê rêveberiya bajêr di nava pêkhateyan de hatibûn dabeşkirin. Ji ber Kurd jî pêkhateyeke sereke ya bajêr bûn Qeymeqamî, rêveberiya beşa darayî ya di bûnya qeymeqamiyê de, serokê şaredariyê, rêveberiya ceyranê, Rêveberiya çandinî û veterînerî beşa dabeşkirina neft, rêveberiya nexweşxaneya giştî ya Xûrmatuyê, di destê Kurdan de bû.
Piştî 16’ê Cotmehê pêkhateya Kurd erka qeymeqamiyê, serokê şaredariyê, rêveberiya beşa darayî, rêveberiya ceyranê, rêveberiya veterîneriyê ji Kurdan hate girtin û dan Tirkmenan. Rêveberiya polîsên Xûrmatû jî her li gel Tirkmenane.
Li gel Kurdan jî Rêveberiya çandiniyê, beşa dabeşkirina neft û nexweşxaneya giştî di destê Kurdan de ye.
Serokê meclîsa Xûrmatu weke her timî ji aliyê pêkhateya Ereb ve tê birêvebirin û rêveberiya perwerdê jî gel pêkhateya Ereb e.
Rewşa niha ya Xurmatû
Endamê Encûmena bajarokê Xurmatû Sebah Cûme li ser rewşa niha ya Xurmatû ji RojNews re axivî û got; “Rewşa niya Xurmatû di aliyê ewlekariyê de gelek başe û ti binpêkirinek pêknehatiye. Di aliyê xizmetê de jî li taxên Kurdan tiştek nehatiye kirin, lê projeyên ji bo taxên din destpê kirine.”
Herçend Cûme diyar dike ku rewş arame jî lê, ji ber bûyerên revandin, gulebarankirin û teqîn li derdora bajêr û gundewaran rû dide, heya niha jî hinek welatiyên Xûrmatuyê yên koç kiribûn û niha li kampekî de dimînin ditirsin vegerin ser mal û milkê xwe û her wiha tazmînata madî ya Kurdan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ne hatiye dayîn.