Her çiqasî ku rewşa xirab a aboriya Îranê çavkaniya xwe ji ambargoyên li ser Îranê tê ferzkirin digire jî beşeke mezin ji sedema krîza aborî ya Îranê û hilweşîna wê ji gendeliya sîstematîk a dewletî û burokrasiya xwe digre ye.
Di van çend salên dawî de li Îranê geşedana ekonomiyê li her qadê ber bi îflasbûnê ve diçe. Enflasyona ku rojane kûrtir dibe bûye sedemê daketina hêza krînê ya gel. Rewşa tendurustî û çawatiya jiyana gel têk çûye û di heman demê de bêkarî jî zêde bûye. Bîlançoya xwekujî û hevberdanê ku rasterast bi rewşa aborî re girêdayî ye bilindtir bûye. Her wiha li gel vê jî gendeliya darayî ya di asta tevahî rêveberên Îranê de heye rewşa derûnî-aboriyê ji her demê zêdetir bandor kiriye. Her çiqasî ku niha rewşa xirab a aboriya Îranê çavkaniya xwe ji ber ambargoyên ji ber siyasetên derveyî welat ên Îranê ye, lê beşeke mezin ji sedema krîza aborî ya Îranê û hilweşîna wê ji gendeliya sîstematîk a dewletî û burokrasiya (kadroyên wê) wê çavkaniya xwe digre.
Piştî tepisandina xwepêşandanên Payîza 2019’an ya li Îranê ku ji ber buhakirina nirxê benzînê çêbûn, pêvajoya zêdebûna enflasyonê lezeke zêde bi xwe ve girtiye. Bêhevsengiyê dijwar ên nirx û atmosfera derûnî ya çêbûyî ya ji ber ambargoyan di buhabûna kel û pelan de xwedî rolek girîng bû. Li gorî bîlançoyên fermî yên navenda nifusa Îranê, malbatên Îranî di Payîza 2019’an de li gorî sala beriya wê ji sedî 46.4 zêdetir ji bo kirîna kel û pelan mezaxtin çêbûye. Li gorî bîlançoyên fermî herî zêde di beşên xwarin, vexwarin û dûkel (cixare, nargîle û hwd) 13% û kel û pelên ne xwarinî û xizmetguzarî 1.6% enflasyon pêk hatiye.
Bilindbûna enflasyonê û asêmana mûçeyên karker û karmendan bûye sedem ku navgîna mezaxtina kel û pelên bingehîn di sala bihorî de li gorî sala 2016-2017’an bi rengekî ber bi çav daketiye. Weke mînak ajansa Tesnîm ya girêdayî Sipahê Pasdaran a rejîma Îranê di Payîza bihorî de raporek ya anketî belav kiribû. Di raporê de hatibû gotin ku par li gorî salên 2016-2017 mezaxtina goştê golik 20% û goştê pez 29% kêm bûye. Buhaya erd û xanî jî bilindtir bûye, bi teybetî li bajarên mezin kirîn û çêkirina xaniyan pir zehmet bûye.
SEDEMÊN BILINDBÛNA ASTA ENFLASYON Û GIRANIYA LI ÎRANÊ
Piştî binketina peymana nûkleer ya bi navê Bercam a Îranê û domkirina siyaseta hinardekirina terorîzmê ji bo herêmê ya ji aliyê Îranê, Emerîka û civaka navneteweyî li hemberî Îranê siyasetên tundtir li ser Îranê ferzkirin. Her çiqasî ku bêpar mayîna Îranê ji petrodolarê di mijara dabînkirina kel û pelan de Îran bi zehmetiyan re rû bi rû hiştibe jî, lê li gorî raporên ku dem û dezgehên ekonomî yên navxweyî û rêxistinên navneteweyî, bilindbûna asta enflasyonê ji ber hewldanên dewleta Îranê yên bi armanca dabînkirina dahatên xwe bûye. Bilindbûna enflasyona li Îranê û guherîna buhaya kel û pelan a di dewrên serokkomarên hatin û çûyîn de pêvajoyek bûye ku bi rengekî berdewam pêvajoyek ya ber bi jor çûnê li pey xwe hiştiye. Her serokkomarek jî di 8 sal dewra serokkomartiya xwe de buhaya kel û pelan herî kêm du qat zêdetir dewrî serokkomarê piştî xwe kiriye.
Çapkirina pere ji rêbazên domdar ên Îranê ye ku ji bo dabînkirina çavkanî û sermayeguzariya xwe esas digre. Di nûçeya her dawî yê li ser vê mijarê hatî weşandin de û ji ber fikara ku wê bandorek nerênî çêbike, piştî çend saetan hate înkarkirin. Li gorî wê nûçeyê Serokê Giştî yê Banka Navendî ya Îranê Ebdulnasir Hêmetî ragihandiye ku di şert û mercên nihayî de ji bo dabînkirina çavkaniyên malî ti rêyek ji bilî çapkirina pere tuneye… ew axaftinên Hêmetî di demekê de ye ku payîza 2020’an di hevpeyvînekê de gotibû ku li hemberî daxwazên li ser bingehê dabînkirina çavkaniyên malî ya bi rêya çapkirina pere “Ez li hemberî wê disekinim.” Ev rêbaz di hemû salên berê de ji aliyê dewletên cuda ve dom kiriye û çapkirina zêde ya pereyan bi mebesta telafîkirina kêmasiya bûdceyê di lîsta pêkanîna dewletê de cih girtiye. Ew pêvajo li gorî encam û qiyaskirinên çêbûyî nîşan dide ku kapasîteya pereyên germ li Îranê gihandiye 3000 mîlyar tûmen û ji ber enflasyona wê beşek mezin ji şêniyên Îranê xistiye bin xeta hejariyê.
Ji aliyê din ve dewletên din weke xwedî û dabînkerên eslî yên kel û pelên li welat bi pêşxistina zanebûn a bê hevsengiyê di buhaya kel û pelan de, dest bi telafîkirina bê hevsengiya li bazarê kirine û bi vî rengî bi bilindkirin û daxistina buhaya kel û pelan, hem çavkaniyên malî yên xwe dabîn dikin û hem jî di dawiyê de asta enflasyonê jî bilind dike. Sala bihorî heya niha ku Îranê bi zanebûn destwerdana bazar borsayê kirî, lê îro jî bazar şahidê bilindûna nirxê borsayê û daketina yekcariya wê ya di nava çar mehên dawî bûye. Li gorî nûçeyekê ku du roj beriya niha ji devê wezîrê kar û barê aborî û darayî yê Îranê derket çapemeniyê, tevî ku ne yekser be jî destwerdana dewletê ya di bazara borsayê de pejirand diyarkiribû ku dewlet ji bo dabînkirina çavkanî û mesrefên xwe yên di nava 10 mehên dawî 500 hezar mîlyar tûmen qezenc kiriye; ev gotinê rayedarê fermî yê dewletê di demekê de ye ku hejmareke zêde ji kesên di borsayê de îflas kirine her roj bi nîşandana nerazîbûna xwe ya li hemberî destwerdanên dewletê, bi awayek kirdeyî dewletê bi dizîkirina ji gel tawanbar dikin.
Di heman demê de bi diziyên eşkere yên dewletê yên bi rêya lîstina bi hevsengiyên nirx ên li bazar, borsa, çapkirina pereyan, rant û gendeliya malî ya berfireh a di nava burokrasiya navîn û jorîn a desthilat, ji aliyekê ve rê li ber ne wekheviyên civakî vekiriye û di aliyê din de jî li ser bilindbûna asta enflasyonê û bê îstîqrariya buhayan bandorker bûye. Rêxistina Şefafiyeta Navneteweyî di rapora salaneya xwe ya nû de ku roja Pêncşemê weşandiye îşare bi Îranê dike ku di nava 180 welatan ku lê gendelî heye di rêza 149’an de ye. Li gorî sala 2017’an Îran di rêza 130’an de bû. Her wiha di heman raporê de hatiye gotin ku gendeliya bingehîn ya li Îranê bi ya welatên mîna Lubnan, Guatemala, Kameron, Tacîkistan, Madagaskar, Mûzambîk û Nîcerya’yê re di heman astê de ye. Mijara balkêş ew e ku di raporên têkildarî gendeliya li Îranê tê gotin ku ev welate 100 pileyan ji Rûanda, 82 pile ji Senegal û 63 pileyan ji Bûrkîna Faso kêmtir e.
Rewşa nihayî ya aboriya Îranê pergalek ji aboriya dewletî-lîberal e ku di encama diziyên eşkere û veşartî yên dewletê û destwerdana nava bazarê bi awayek kirdeyî aboriya wê bi îflasê re rû bi rû kiriye. Rantxwarî û gendeliyên berfireh ên malî rê li ber peydabûna çîneke nû ya ji endamên girêdayî hikûmetê weke bazirgan û çalakê aborî vekiriye. Ev yek ji nêz ve bi desgehên îdeolojîk ya serwer têkildare. Enflasyona li Îranê beşek ji siyaset û rêbazê rejîmê ya ji bo livandina bazarê tê hesibandin ku di dawiyê de fatûreya dabînkirina mezaxtinên dewletê jî ji berîkên gel tê wergirtin. Di encama vê pêvajoya berdewam de ev 30 salin ku gelên li Îranê fatureya destwerdan û diziyên rasterast ên dewletê didin.


