Em jin her tim behsa dîroka kolekirina civakan û di serî de kolekirina jinan dikin. Pergaleke harbûyî ya mêran ku di rastiyê de jiyana jinan dagir kiriye, wêran û perîşan kiriye. Wan xwestiye û jinan li gorî arezûyên bê sînor ên pergala wan, xwe bi rêxistin kiriye. Wek wî xwestiye, jiyane. Ti caran bi xwe derbarê jiyana xwe de biryar nedaye. Bi dilê xwe nekeniyaye, ji bo dilê xwe negiriyaye, wek xwe nebûye jin di bin siya zilma mêr de. Her çend îro modernîteya heyî xwe di kirasekî gelekî bedew de nîşanî jinan dide jî, heman hişmendiya hezarê salan e ku mafê jiyanê ji bo jinan tê de tineye. Perdeyeke reş li ser jiyana jinan kişandine di her serdemê de, çi îro çi doh, heman kes in.

Bêguman li beramber van hemû tiştên me li jor behsa wan kir, jin dîsa dixwazin ya xwe bin. Kêm dikin, nêvî dihêlin yan jî astengî li pêşiya wan çêdibe, ev ne girîng e. Ya girîng jin hêj li ber xwe didin. Jinan gelek rêbazên berxwedanê ceribandin, bi awayekî, di dem û mekanekî cuda de encam girtin lê misoger divê encam ne ev be ku em jin îro dijîn. Heta faşîzm li ser piya be, diyar e, me encam negirtiye. Heta pergala desthilatdar rojeva me jinan diyar dike, mudaxeleyî jiyana me dike, wê demê me encam negirtiye, yan jî encama me bi dest xistiye, têra guhertina rewşê nake. Em jin, li pey guhertina jiyana li ser me hatiye ferzkirin in. Divê tiştek were guhertin, kevir di cihê xwe de bilive û tevgerek çêbe, naxwe em nikarin behsa guhertinê bikin.

Ez li rojeva jinan temaşe dikim. Mixabin rojeveke me ya esasî tineye. Ne bes e ku mêran bedena me, mala me, gund û bajarê me, welatê me dagir kiriye, îja rojeva me jî, ew dagir dikin. Bi xwe zilmê dikin, qetlê dikin, dikujin, talan dikin, wêran dikin û paşê dibêjin, pirsgirêka jinê! Pirsgirêkeke jinan heye ew jî pirsgirêka azadiyê ye. Rojeva pergala desthilatdar ew e ka her roj çawa dikuje, çawa bajaran dagir dike, çawa har dibe û xwînê dirijîne. Em nabe li pey van rojevan biçin, rojeva me azadî ye, azadî! Ez nabêjim, ev tiştên wisa tinene, qetl, xirabî û wêranî tineye. Belê, heta gelekî jî heye, û mixabin em jin di navenda van bûyeran de ne. Lê yên vê dikin, rejîma desthilatdar a mêr e. Ji bo wê dibêjim bila rojeva me van rojevan di bin siyê de bihêle. Jin divê rojeva wan a esasî ew be ka çawa li beramaber faşîzm û zilmê têkoşînê bikin, çawa jiyana xwe ya azad ava bikin.

Mêr destdirêjiyê dike, îstîsmarê dike yan jî her xirabiyeke din ku bi serê jinê de tîne. Em ê li beramber wê hişmendiyê têbikoşin û nehêlin karesatên bi vî rengî bi serê me de werin. Berovajî vê, mirov dibîne di rojevê de mijarên wek çawa destdirêjî kiriye, çima kiriye û tiştên bi vî rengî hene. Ev rojevên bi vî rengî wê siyê bixe ser rojeva me ya esasî, ango têkoşîna azadiyê li beramber pergalê. Jixwe, pergala heyî bi van rojevan dixwaze me mijûl bike.

Bi pêşengiya jinên Kurd demekê beriya niha hem li Rojava, hem jî li Ewrûpayê du konferans hatin lidarxistin. Peyamên di wan konferansan de hêja bû ku mirov bi rojan li ser gotûbêj bike. Kombûneke wisa ji bo cara yekê çêbûye. Jinên Ereb ji bo cara yekê, piştî wêraniya şerê li Sûriyê bi jinên Kurd re tên gel hev û paşeroja welatê xwe nîqaş dikin. Behsa paşeroja tevahiya Rojhilata Navîn dikin. Ji vê hêjatir û watedartir çi heye gelo?

Jinên cîhanê li bajarê Frankfurtê dîsa bi pêşengiya jinan, behsa girîngiya rêxistinbûn û yekbûna jinan kir. Jinên ji gelek neteweyên cur be cur, ji ziman û zaravayên cuda, bi yek dengî bang kir û got, Jin Jiyan Azadî, yan jî ya herî watedar, Azadî Ji Bo Ocalan! Bi hezaran Jinên Chicagoyê daketin qadan û li dijî polîtîkayên cinsiyetparêz ên Trump meşiyan. Bi milyonan jinên Îranî li ser torên civakî bi eşkereyî dîmenên xwe weşandin û hîcab (sergirtin) a bi darê zorê şermezar kir, qebûl nekir. Rojevên ku wê cihana me, jiyana me pê were guhertin. Şoreşa ku jinan kiriye wê bibe şoreşa azadiya tevahiya mirovahiyê. Em çiqas li pey rojevên pergala harbûyî ya mêr biçin, ew qasî em ê ji rojeva esasî dûr bikevin. Em ê bê hêvî bin, bê bawerî bin di têkoşîna xwe de. Jixwe, ya faşîzma zilam jî dixwaze ev e, hêviyên têkoşînê bikuje. Her hewldana jinekê li her goşeyek cihanê watedar e û wek dilopekê ye ku wê hêdî hêdî bibe derya. Selay Xefara ji Efxanistanê tevlî konferansa jinan a li Elmanya bûbû, bi zimanê xwe yê şîrîn ê Derî, digot; Jin jiyan Azadî! Û gelek mînakên din. Li cihekî wek Efxanistanê em dikarin rojeva xwe diyar bikin û bigihînin heta kûrahiya daristanên Amazonan, bibin heta Efrîka, heta Reqa, heta Îsfehanê, heta Kobanê, bibin û bibin… Di têkoşîna jinan a ji bo azadiyê de êdî sînor nemane û kes nikare sînoran jî dayne. Êdî rojeva jinan jî wê jin bi xwe diyar bikin, wê di bin siya ti rojeva din de jî nemîne. Rojeva me azadî ye. Bi vî rengî wê faşîzma zilam di rojevên xwe yên tarî de bifetise û têk biçe!

GELAWÊJ EWRÎN