Nivîskarê Yewnan Kazancakîs romana xwe ya bi navê ‘Jinûve çarmixkirina Îsa’ ji mêj ve nivîsî ye. Lê belê rewşa min şexsî nîne. Bi mirina rêberê wan re hewl dan bi milyonan Kurdên xwedî îradeya azad çarmix bikin.

Komployê bi esasî di asta hîsterî de paketek ji hewayê pêşkêşî şovenîzmê kir û li arenayê lîstika Romayê hate amadekirin ku sedsala 20’an pêşkêşî şêran hate kirin. Yek ji xiyaneta herî mezin a sedsalê, hîn jî xwe weke dost û alîgirê azadiyê nîşan dida, lê belê yên xwedî helwesta hêjayî lehengiyê û ya herî mezin bi rengekî bêrehm bihatina tunekirin û jibîrkirin. Meydan wê ji gelek xayin û nokerên bêhejmar bihate vekirin ku di kemînê de bûn.

Ya rast her tişt li ser mirina min hatibû eyarkirin. Armanca bingehîn tunekirina min bi rengê fîzîkî bû, ev nebû dixwest ji aliyê wateyê ve min tune bikin. Tevî ku gelekî li ser fikirîm, ji bilî vê yekê texmîn nakim ku armanceke cuda danîbin ber xwe. Komplo ewqasî kûr û xumamî bû, ku ji bo têkbirina wê, di asta mûcîzeyê de pêwîstî bi gaveke mirovahiyê ya pêşverû hebû.

Li gorî qederekî ewqasî bêrehm hatibû amadekirin ku dinya tev li aliyê dijber sekinî bû, yên dostên nêz û hevrê jî ji bilî ‘mirineke bi şeref’ ne li benda tiştekî cuda bûn. Mejiyê sedsalê ev bû. Mejiyê dost jî yê dijmin jî ev bû. Cihê ku hest û bawerî lê qeşa girt, ev der bû. Her tiştî ji bo tenêtiyeke giran mehkûm dikir. ‘Gulereşandin’ weke pîvaneke şer, nabêjim cezayekî gelekî dûr, tevî ku weke mafekî dihate dîtin jî, ji min re nedihate dayin. Şaristaniyê dixwest bi rengekî cuda tolê hilîne.

Ez ti carî ji bo qehremantiyê tevnegeriyam. Cesareta min ne ya ji rêzê bû, tevî ku min dixwest weke xwe bêm naskirin jî min baş zanîbû ku hevalên herî nêzî min jî ne şahidê vê yekê bûn. Lê belê aliyekî min hebû ku min ê xiyanet lê nekiribûya: Ez ê ew zarokê bûma ku xiyanetê li xeyalên xwe nake. Min ê xwedayên şaristaniyê nas nekiribûya, li nava saziyên wan neheliyabûma, nebûma mêrê malbata jinên wan. Diyalektîka kesayeta min pêşketineke bi vî rengî bi ser xistibû. Mesele êdî ne nakokiyeke ji rêzê ya navxweyî ya Tirkiyeyê bû. Rewşa min ez neçar dihişt ku bibim Prometheûsvaniyekî hemdem.

Çarmixkirina min li tehtên Îmraliyê û çarmixkirina Prometheûs ê li çiyayên Kafkasyayê ji hev ne cuda bû. Ya herî giran û bi êş ew e ku ev yek jî ji aliyê heman neviyên Xwedayê Athena Zeûs ve hatiye kirin. Yek ji navendên bijarte yên şaristaniyê Moskowa, bi lîstikeke namerdî, ji bo yek du îhaleyan û krediya IMF’ê ya ji çend milyarî, li dijî min tevgeriya.

Li Romayê jî, arenaya koledariya klasîk û hesabên zirav ên kapîtalîzmê, wê ti nirxên moral û hiqûqê nas nekiribûya, bi teroreke psîkolojîk a giran wê şerekî mezin ê rûmetê li min ferz bikira û neçar bihatama hiştin ku ya pêwîst bikim. Athena jî wê baweriya bi navê dostaniyê ku bi şêweyekî fahîşeya herî mezin jî nekarî cesaret bike, bi namerdî bi kar bianiya û li paytexta Kenyayê, ez radestî diyarê barbaran bikira. Min ti carî ji qederê bawer nekir, lê belê di çarmixa sedsala 20’an de ku hêzên qederê li min ferz kirin, ez ê bi tena serê xwe bimam. Min ê lêdana dawî ya dilê xwe û bermahiya herî dawî ya mejiyê xwe jî ji bo mirovahiyê bi kar bianiya.

MÎXÊN ÇARMIXÊ: ATÎNA, MOSKOWA Û ROMA…

Yekemîn paytexta ku ez li çarmîxê hatime xistin, Atîna ye. Atîna bi giyanekî tirsonek û bi çandeke tolhildaneke kor an jî ji ber matmayîna xwe, xwestiye êşa serweriya xwe ya sê hezar salan derxîne. Ji min jî serfiraziyeke erzan û bê prensîb xwestiye. Dema ku dîtine ev tişt ne gengaz e, wekî ku ew bi xwe xwediyên min bin, li hemberî hin tawîzên li Kibris û Egeyê, wekî pakêteke diyariyan an jî wekî pezekî qurbanî, ketiye nav îxaneta pêşkêşkirina ji hikumeta Tirkiyeyê re. Ev îxanet di dîrokê de hîç nehatiye dîtin û di tu cihî de bêrûmetiyeke wisa tune. Qaşo endamê Yekîtiya Ewropayê ye lê sûcekî hiqûqî pêk aniye. Bêyî ku hincetekê diyar bike, bêexlaqî û sûcê wê yê li hemberî hiqûqê gelekî zelal e. Heke hewce bike, ev tişt bi gelek şahid û daxuyaniyan dikare were îspatkirin.

Nivîskarê Yewnan Kazancakîs romana ‘Çarmîxkirina Îsa ya ji nû ve’ ji zû ve nivîsandiye. Lê cihê ku ez lê me, ne şexsî ye. Li ser bi milyonan Kurdan ên xwediyê îradeya azad û girêdayî Rêbertiya xwe ne, çarmîxkirin pêk hatiye. Yewnan ji Zeûs û vir de dikarin xwe kone bihesibînin. Keça wî Athena, bi dek û dolaban dikare têkeve dilqê Deîphobos dikare tasfiyekirinê pêk bîne. Bi vî awayî dikare deriyê Anatoliyê veke. Ev rastî, di mîtolojiyê de jî heye. Beriya salên 2000’î û di sedsala 20’an de ez xistim vê feqê. Heke wan ez kuştibima û bi komployekê ev tişt bikirina, wê ne li xema min bûya. Ew ê ev tişt li gorî çanda wan bûya.

Lê wan gelo çawa cesaret kirin ku wekî diyariyeke hatiye pakêtkirin a ku di tu pirtûka mirovahiyê de û di nav prensîbên exlaqî de tune, tevî êşên sî hezar şehîdan û di nav hêsirên dayîkên şehîdan de, hê ku tiştek ji min hêvî dikirin, di demeke krîtîk de ez teslîmî tîmên şerê taybet ê Tirkan kirim? Qaşo li paş wan Serokê DYE’yê Clînton heye û wî ferman daye (Şêwirmendê Taybet Blîndken ev tişt ji çapemeniyê re eşkere kir). Hikumeta Yewnanan jî ev tişt pêk aniye.

MÎXÊ SÊYEMÎN LI PÊŞ ÇAVÊN PAPA LÊ DAN

Li Romayê ya ku paytexta mûqeddes a Ewropayê ye, mîxê sêyemîn li pêş çavên Papa hatiye lêdan. Herçiqas Azîz Paûl yekemîn Xirîstiyan e ku li Romayê hatiye kuştin jî, ji bo min divê pêvajoyeke ji mirinê xerabtir nehata ferzkirin. Ewropa û Roma îddîaya wê ev e ku, şaristaniya hemdem temsîl dike. Divê Romayê salek beriya sala 2000’an vê pêkanîna li hemberî Saînt Paûl cara duyemîn neceribanda. Ez jî wekî wî ji Şamê dihatim. Bi qasî ku ji min bihata, min ê hin rastiyên li ser şaristaniyê vegota. Gelo çima hatin wê astê ku qebûl nekirine?

66 rojan, wekî ku ez xistibim nav qefeseke hesin bi xedarî li hemberî min tevgeriyan. Min ê qala hebûn û xwesteka azadiyê ya gelê herî kevn ê dîrokî bikira yên ku hê navê xwe nedana qebûlkirin û tu mafên wan ên mirovî nehatine naskirin. Gelekî zelal e ku, ev daxwaz li gorî nirxên siyasî û hiqûqî yên Ewropayê mafekî demokratîk e. Hurmet nîşanî vî mafî nedan. Ji bo ku ez werim revandin, her tişt kirin. Hemû fonksiyonên psîkolojîk ên çarmîxkirinê hate bi cih anîn. Divê DMME li ser vî tiştî bisekine û hesap bipirse ku çima li Romayê ya ku teşe û giyan daye Yekîtiya Ewropayê rewşeke wisa pêk hat.

Revandina min a Kenyayê bi îradeya hevpar a Ewropa û DYE’yê pêk hatiye. Rolê herî rezîl jî dan hikumeta Yewnanistanê. Çîroka vî tiştî dirêj e. Min piçekî behs kir. Heke hewce bike ez bi devkî dikarim qala vê teslîmkirina li Kenyayê bi awayekî dirêj ji DMME’yê re vebêjim. Yek ji karê herî qirêj ê komployê ev e ku bi destê yamyamên Afrîkayê ango bi Kenyayê rakirina tabûtê û çarmîxkirinê kirine. Qaşo Ewropa paqij e lê Kenyayê sûc kir! Diyar e ku Ewropa ji bo ku gelan bera ber hev bide, têra xwe tecrube stendiye. Li vê derê rolê celadên siyasî yên basît pêk aniye. Ji ber ku ji raya giştî û zagonan xwe vedigirin, ev taktîk xistine dewrê. Ango li Ewropayê karê qirêj nabe; heke bibe jî wê di nav yamyaman de be!

ROLA DYE’YÊ YA LI KENYAYÊ

Li Kenyayê rola DYE’yê zelal e. Jixwe Serokê DYE’yê li rolê xwe û li fermana teslîmgirtinê xwedî derketiye. Li gorî min îstîxbarata Yewnanistanê û CIA’yê ev tişt ji bo hezkirina xwe ya Tirkiyeyê pêk neanîne. Li gorî min xwestine mirina min bi destê Tirkan were kirin û ev tişt armanca wan a stratejîk e. Li gorî min helwesta Îngîlîzan jî ev e. Ji ber ku min wekî berxwedêrekî hişk dijminatiya Tirkan nekir û piçekî jî artêşa Tirk bi tevdîr nêz bû, rê li ber teqandina bombeyekê hatiye girtin a ku di şexsê min de ew ê bi deh hezaran kes bimirina. Pêşiya vî tiştî hate girtin ku sedsala 21’emîn bibe sedsala şerê Kurd-Tirkan. Lê gelekî zelal e ku ev komplo gelekî namerd û rezîl e ku di lîstikên Bîzansê de jî tune. Baweriya min ev e ku, divê Kurd jî û Tirk jî vî aliyê komployê bibînin.

ÎSRAÎL BI ROLA DIYARKER RABÛ

Îsraîl di warê tecrîd û teslîmkirina min de rolekî diyarker bi cih aniye. Hebûna min a li Rojhilata Navîn û afirandina xeteke nû ya di Tevgera Kurdan de, di warê stratejîk de ji xwe re wekî rakîb dîtine. Dema ku qala Tevgera Kurdan tê kirin, Îsraîl hêzên Kurd ên li Iraqê ji xwe re dike esas û bi têkiliyên piralî hewl dide hemû Kurdan têxe nav toreke stratejîk. Ji ber ku min ev tor parçe kir, serbixwe tevgeriyam û qadên hêzên nêzî wan min teng kir, wan jî li cîhanê derbarê min stratejiyek ava kirin. Dibêjim qey li gorî Îsraîlê ji Arafat zêdetir ez nayêm xwestin. Ji ber van hêmanan bi Tirkiyeyê re tifaqeke stratejîk ava kirine. Li gorî min ev xeta rastgirên Îsraîlê ye û ne diyar e ku ev tişt li gorî xeta Şîmon Perez ê çepgir çiqas hatiye qebûlkirin.

Îsraîlê beriya 9’ê Cotmeha 1998’an bi ser min ve hatiye. Haya wê ji bombekirina di 6’ê Gulana 1996’an heye û piştgirî daye. Divê li ser wê were sekinandin ku Yewnanistanê çiqasî taşeronî kiriye. Serokwezîr Prîmakov dema ku ez şandim Moskova, ev tişt têkiliya xwe bi lobiya Îsraîl û Yahûdiyan heye.Tê bîra min ku cara dawîn Arîel Şaron hatibû. Îsraîlê ji ser DYE’yê zext li Îtalyayê kiriye. Rastiya Yahûdiyan jî fermana teslîmgirtinê daye.

Ez vê helwesta Îsraîlê dişibînim tişta ku anîn serê Mûsa. Ez her dem dixwazim ku li Rojhilata Navîn a Demokratîk cihê gelê Yahûdî jî hebe. Hurmeta min ji hêza zanist, huner û felsefeya Yahûdiyan heye. Bi tiştên ku anîn serê min re, ew ê roj bi roj bibînin ku xisar dane xwe. Kurd her ku vê rastiyê bibînin, ew ê hêza xwe bi dest bixin û ew ê îspat bikin ku ew dikarin edaletê pêk bînin.

VEGUHERANDINA KOMPLOYÊ BER BI AŞTIYA GELAN VE

Komploya 15’ê Sibatê ji bo Ewropayê, DYE’yê û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê xwedî wateyekê ye ku divê rast bê pênasekirin. Binçavkirin û girtina min ku li dijî îradeya azadiyê ya gelê Kurd bi rengekî nehiqûqî û li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê pêk hat, ji Komara Tirkiyeyê wêdetir saziyên DYE û Yekîtiya Ewropayê hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê siyasî ve dixe bin berpirsyariyê. Mîna ku min di parêznameya xwe de bi rengekî berfireh eşkere kir, sazî û hêzên navborî bi feraseteke siyasî û mêtingeriyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kirin û di encama helwesta wan a li dijî hiqûqê de encameke wiha afirî. Lewma yek ji karên sereke yên DMME’yê, ne tenê rewşa Komara Tirkiyeyê ya li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê darizîne, di heman demê de divê bêhiqûqî û bêberpirsyariya neexlaqî ya Yekîtiya Ewropa û DYE’yê di şexsê min de li dijî îradeya azad a Kurdan kir, darizîne.

Komploya 9’ê Cotmehê-15’ê Sibatê ku parçeyekî hewldana kolonîkirinê ye ku ji Sumeran ve li dijî gelê me tê kirin, yek ji komployên herî berfireh e ku ji aliyê hêzên hevkar û kesên xwe weke dost nîşan dida, bû. Komplo dûrî encama dihate xwestin û plankirin e. Vê komployê hemû noker û xayinên sedsala 20’an di bin sîwana îradeyeke bilind a emperyalîst de li hev civand. Wezîfeya gelê me û hêzên berpirsyar hemûyan e ku vê komployê veguherînin aştiya Anatolî û Mezopotamyayê. Xwedîderketina li vê wezîfeyê, yekane helwesta rast e ji bo yekparebûna xurt a welêt, hem jî ji bo yekîtiya cewherî ya komara demokratîk û laîk. Ev yek di heman demê de rêya aştî, biratî, azadî û wekheviya bi rûmet e ku di herikîna dîrokê de timî dihate xwestin.

* Ji parêznameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye wergirtin ku di Cotmeha 2001’ê de bi navê “Parêznameyên DMME’yê – Ji Dewleta Rahîb a Sumeran ber bi Komara Gel ve” hate weşandin.