Nobeda Azadiyê, ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dewam dike, vê hefteyê ji aliyê ciwanan ve tê meşandin.
Nobeda Azadiyê ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ketiye sala 9’an, vê hefteyê ji aliyê komek ji ciwanên li Parîsê ve tê meşandin. Ciwanên ku di hefteya 451’ê de çalakî dewr wergirtin, bang li Kurdan hemûyan kirin ku di salvegera komploya navneteweyî de dakevin qadan.
Nobeda Azadiyê, ku di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, ji aliyê Kurdên li Ewropayê û dostên wan ve tê meşandin.
Çalakî li qada li pêşberî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Konseya Ewropayê, Parlamenta Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê tê lidarxistin. Nobedarên vê hefteyê Abbas Ûce, Ozgur Aslan, Tansû Tek û Ronî Yûrtsever ên ji Parîsê ne.
Ciwan wê hefteyekê nobedê bigirin û daxwazê ji Saziyên Ewropayê bikin ku ji bo bidawîkirina êşkenceya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zextê li Tirkiyeyê bikin.
Ozgur Aslan bi navê komê axivî û diyar kir ku bi dîlgirtina Rêberê gelekî re ew gel jî dîl hatiye girtin û destnîşan kir, ku bi navê ciwanên Kurd, heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têbikoşin. Aslan anî ziman, bi rêya komploya navneteweyî hate xwestin ku têkoşîna azadî û edaletê ya gelê Kurd bê tasfiyekirin û bang li Kurdan hemûyan kir ku di salvegera 22’an a komploya navneteweyî de rabin ser piyan û daxwaza azadiyê bikin.
Aslan got, “Roja me ya reş ew roj e ku Rêberê me bi komployekê radestî Tirkiyeyê hate kirin” û bal kişand ser girîngiya biserxistina kampanya ji bo azadiya Ocalan.
Nobeda Azadiyê her roj saet di navbera 08:30 û 17:00 de pêk tê û çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye.