Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat rojbaş.

Îro 08ê Sibatê, 2021ê, Duşem
Li Belçîkayê saet 12:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş diyar kir ku helwesta PDK’ê zirarê dide yekîtiya neteweyî

&- Komploya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan beriya 22 salan pêk hat, li gelek bajarên welatên cûda yên cîhanê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

&- Artêşa Tirk a dagirker, li herêma Cûdî tevgera xwe ya leşkerî berdewam dike, li Amanos û herêma Omerya ya Mêrdînê jî dest bi tevgereke leşkerî kir.

&- Li Girtîgeha siyasî ya li Kirikkaleyê, rêveberiya girtîgehê cezayê hûcreyê dide kesên tevlî greva birçîbûnê dibin.

&- Partiya Demokratîk a Gelan HDP, amadekariyên xwe yên kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bi dawî kirin.