Di komploya navneteweyî de ku bi revandin û hêsîrkirina Rêberê Gelê Kurd bi encam bû, hin jê rasterast û hin jê ne rasterast 14 dewletan cih girt. Aktorê sereke yê 129 rojen krîtîk ên ji Şamê gihayî Naîrobiyê rêveberiya wê demê ya DYE’yê bû.
Bîll Clînton ku 1993’an hatî ser kursiyê seroktiya dewletê bi hilweşandina Sowyetan di yekalîbûna cîhanê de dixwest pergala cîhanê ya nû ya DYE’yê qeyîm bike. Bi ‘doktrîna Clînton’ re ku bi ‘hevsengdanînê’, ‘lihevanîn’ê nêzîkatî li krîz û şerên cîhanê dikir, polîtîkaya karê derve ya nû ya DYE’yê wê krîzên global girantir bikira.
Wê ji ber vê sedemê be ku li nîvê salên 1990’î li Ruanda, Somalî û Çeçenîstanê bi deh hezaran mirov li ber çavê raya giştî ya cîhanê dihatin kuştin, Yugowlawya ya ku parçe bûyî dibû gola xwînê. Her wiha li parçeyê bakur ê Kurdistanê jî dewleta Tirk bi desteka rojava şerê qirêj ji kontrolê derxistibû, ji 5 hezaran zêdetir gund şewitandibû û bi hezaran sivîl qetil kiribûn.
Piştî serdema 1’ê ya Clînton ku 1997’an qediya, li Qesra Spî ekîba ku polîtîkaya karê derve rê ve dibir hate guherandin. Li gorî Clînton tîma beriya niha nedkarî li gorî guherînên nû yên cîhanê gavên xwe bavêtana. Ji bo vê jî di serdema nû de Clînton li şûna Warren Chrîstopher ku bi nêzîkatiya xwe ya nerm dihate znaîn, navekî aligirê tundiyê, Madeleîn Albrîght anî ser Wezareta Karê Derve. Ew rol û misyon li Albrîght hate fesilandin ku pergala navnetewî xurt bike, bi hevalbendan re tevbigere û pirsgirêkên herêmî çareser bike, berjewendiya DYE’yê ku gef li ser heye, ewle bike. Albrîght bi zimanê medyaya wê demê ya DYE’yê ”jina çalakiyan” bû ku ji bo berjewendiya DYE’yê da ku eyarekî bide cîhanê hatibû hilbijartin.
TÎMA BAZ A CLÎNTON
Lê Albrîght ku bi salan nûnertiya DYE’yê li Neteweyên Yekbûyî kiribû, ji azmûnê qet serkeftî derbas nebû. Mînak di qeydên deng de ku piştî bi salan derkete holê, li ser mirina 500 hezar zarok ên li Iraqê yên ji ber birçîbûn û bêdermanbûnê, ku rojava ambargo li ser Iraqê danîbû, siyasetmedarekî ew çend bêrû bû ku bibêje, ”ji bo serkeftinê berdêl” e û bi vî rengî kete dîroka polîtîkaya derve ya DYE’yê.
Li cem Albrîht sê navên din jî yên ‘baz’ ketibûn nav tîma Clînton; Şêwirmendê Ewlehiya Netewî Sandy Berger û Wezîrê Parastinê Wîllîam Cohen. Li Emerîkayê ji ber paşnavê wan Albrîght, Bergen û Cohen ev sê navên ku weke ”ABC’yên Serokwezîr” dihatin binavkirin, piştî ku ev sê nav ketin tîma A ya Clînton, meh û salên piştî Çileya 1997’an wê pêvajoya herî zor a dîroka tevgera azadiya Kurd bihata. Clînton ji ber ku navê wî bi hetîkatiyan dihate bi bîr anîn dixwest ku rojeva welêt bibe ser mijarên derve, ji ber vê jî ”Zilamên Serok” li ser kar bûn. Rojên dawî yên 1998’an, bombekirina Iraqê û piştre şerê li Kosovayê parçeyên vê pêvajoyê bûn.
PÊVAJOYA KU BI HEVDÎTINA BI SÎMÎTÎS RE DEST PÊ KIRÎ..
Em dikarin bibêjin gavên pêşî yên komploya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirî hedefê, 1996’an, rojên pêşî dest pê kir. Tirkiye ya ku hebûna Ocalan a li Sûriyê kirî hincet, xala 51’ê ya NY’yê (mafê parastina meşrû) kire hincet û bi notekê ku ji Şamê re şandî gefa şer li Sûriyê xwar. Bêguman ji bo vê bike hewcetiya rejîma Enqerê bi desteka hêzên rojavayî hebû.
Adara eynî salê Serokkomarê wê demê yê Tirk Suleyman Demîrel bi vê mebestê çû Qesra Spî û li devê wan geriya, ji bo têkoşîna dijî PKK’ê desteka zêdetir xwest. Lê geşedanên zêdetir wê biharî pêk bihata. 6’ê Gulana 1996’an li ber mala Rêberê Gelê Kurd a li Şamê wesayiteke teqemeniyê ya 1 ton C4 lê barkirî hate teqandin. Ji suîkastê ku Serokwezîra wê demê Tansu Çîller û tîma wê hazir kiribû, Ocalan bi sax û silamet filitî.
Vê navbeynê derdê rêveberiya Clînton ku 1996 weke ”sala çareserkirina pirsgirêka Qibrisê” ragihandî, ew bû ku rageşiyên di navbeyna du welatên endam ên NATO’yê, Tirkiye û Yewnanîstanê de çareser bike. 9’ê Nîsana 1996’an Clînton li Qesra Spî bi Serokwezîrê Yewnanîstanê Kostas Sîmîtîs re rûnişt. Rêberê Gelê Kurd 2003’an di parastina nivîskî de ya ji doza ku dihate darizandin ku dayî Dadgeha Cezayê Girana a Atînayê, bal kişande ser vê hevdîtinê, wê bi bîr bixista ku Yewnanîstan di ber tawîzan ku li ser giravên Egeyê û krîza Qibrisê wê ji Tirkiyê bistanda, soz daye ku destekê bide siyaseta DYE’yê ya li herêmê, teklîfa hevkariyê ya tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurd qebûl kiriye.
Ev salên ku Ocalan digot, ”Biryara tasfiyekirina min beriya 1998’an hatiye standin”, ev sal bûn. Tevgera PKK’ê 10’ê Tebaxa 1997’an kete lîsteya ”Organîzasyonê Biyan ên Terorîst” a Qesra Spî, eynî salê Yewnanîstan û Sûriye jî bi hinceta ku destek dane PKK2ê di rapora, ”Terorîzma Navnetewî û Welatên ku Destekê Ddin Terorîzmê” de cih girtin ku Wezareta Karê Derve ya DYE’yê ev rapor weşand. Rêveberiya Clînton ku 1997’an dixwes qada navnetewî ji bo Ocalan û tevgera bi lîdertiya wî bigire, payiza 1998’an bi aktorên nû wê ev hewldana xwe bidomanda.
9′Ê COTMEHÊÛ BERIYA WÊ DYE DI DEWRÊ DE BÛ
Piştî ku Fermandarê Bejahiyê yê Tirk Atîlla Ateş çûyî ser sînorê Sûriyê û gef li Sûriyê xwarî bi rojekê 17’ê Îlona 1998’an li Washîngtonê rûdaneke surprîz çêbû. Li lingê Washîngtonê yên hevdinên li Dublîn û Enqerê ku ji bo PDK û YNK ku bi salan şerê hev bikin, li hev werin, ”dawiya bi kêfxweşî” bi hewldanên Albrîght pêk hatibû. Lîderê PDK’ê Mesûd Barzanî û yê YNK’ê Celal Talabanî ku protokola rêveberiya DYE’yê hazir kirî, Ingilistan û Tirkiyê alî bûn, îmze kirin, aşkere dikirin ku li hev kirine, yek ji xala sereke ya vê lihevkirinê ji Başûrê Kurdistanê derxistina hêzên PKK’ê bû. Ji vê armanc ew bû ku Ocalan ji Sûriyê derkeve, rêya Başûrê Kurdistanê bi destê PDK’ê û YNK’ê li Ocalan were girtin, ku ew wiha difikirîn wê were Başûrê Kurdistanê.
Piştî gotinên ku 1’ê Cotmehê li Meclîsê Demîrel bi şer gef li Sûriyê xwarî, ku beriya wê bi du rojan, 30’ê Îlona 1998’an di civîna Lijneya Ewlehiya Millî (LEM) biryar li ser hatibû standin, rêveberiya DYE’yê dîsa wê li ser kar bûya. Hema di pey re bi Enqerê re bi hevdemî Washîngtonê peyama, ”Bes destekê bide PKK’ê” da rêveberiya Esad, 3’yê Cotmeha 1998’an 11 welatên NATO’yê, tetbîqata bi navê ”Dynamîc Mîx 98”, li gel ku beşa wê ya Tirkiyê di nav plansaziyê de nebû jî, li nêzî sînorê Sûriyê, li Skenderûnê hate destpêkirin.
Ji bilî vê 2 hezar û 500 leşkerên Hêzên Piyadeyên Deryayê û Hêzên Deryayê ya 2’yan a DYE’yê li Skenderûnê hate bicihkirin. Li gorî gelek çavdêran ev hemû hazirya şerê NATO’yê ya li dijî Sûriyê bû, ku DYE’yê serkêşiya wê dikir. Ocalan ê ku ev geşedan dîtî, 9’ê Cotmehê ji Sûriyê derket. Enyî rojê Wezîrê Berevaniyê yê DYE’yê Wîllîam Cohen jî bi rayedarên Tirk re dida û distand. Cohen ku bi Serokwezîrê Tirk Mesût Yilmaz re hev dîtî, ku Cohen ji tîma ‘baz’ a Clînton bû, got, ”PKK rêxistineke terorîst e û divê destûr neyê dayin ku li ser xaka Sûriyê tevbigere.”
ZEXTA ‘SERLÊDANA BICIHBÛNÊ QEBÛL NEKIN’
Piştî 9’ê Cotmehê bi koda ‘lezgîn’ di Bultena Sor a Înterpolê de ji bo Ocalan biryara girtinê hate standin. Bêguman biryara bilez a Înterpolê bi fermana DYE’yê bû. Rêveberiya Clînton ku Rêberê Gelê Kurd pêşî bi asta cîhanî weke ‘terorîst’ ragihandî û piştre bi hêza xwe ya leşkerî û dîplomatîk kirî ku ew ji Sûriyê derkeve, piştî vê, li paytextên din jî ku tevna komployê lê hatî danîn wê derketa pêşberî me. Ji bo vê hedefa pêşî ya DYE’yê ew bû ku cihê ku wê Ocalan biçûyayê mafê bicihbûnê yê Ocalan neyê qebûlkirin, were girtin û ku pêkan be teslîmî Tirkiyê bikin.
Yewnanîstan ku deriyê xwe li Abdullah Ocalan girtî, ku bi balafireke Rêya Ezmanî hatibû Balefirxaneya Helînîkon a Atînayê, eynî rojê bi balefireke taybet ew bire paytexta Rûsyayê, Moskowê. Ji 11’ê Cotmehê û wir ve rêgehên jêderbasbûnê yên li Rûsyayê û agahiyên derheqê cihê ku lê dima tim ji hêla îstîxbarata DYE’yê û Israîllê ve bi Enqerê ve dihatin parvekirin, qanadê jêr ê parlamentoya Rûsyayê Dumayê biryar stand ku serlêdana bicihbûnê bide Rêberê Gelê Kurd.
Di wê pêvajoyê de ku Rûsyayê yasayên xwe binpê kirî û daxwaza bicihbûnê ya Ocalan paş ve kişandî li cem Tikiyê wê DYE’yê jî cihê xwe bigirta. 5’ê Mijdara 1998’an di daxuyaniya çapemeniyê de li ser pirsa, ”Li bara biryara Dumayê helwesta DYE’yê çiye?” Berdevkê Wezareta Karê Derve ya DYE’yê James Rûbîn got, ”Wezîra Karê Derve Madeleîne Albrîght PKK weke rêxistina terorê ragihandiye. Me ji hikûmeta Rûsyayê xwest ku lê bipirse bê ka Ocalan li Rûsyayê ye yan na û ji bo ku dersînor bike an jî îdae bike gavên hewce bavêje. Ti welat divê mafê bicihbûnê nede terorîstekî. Ez dîsa dibêjim, ti welat.”
WASHÎNGTONÊ ROMA KIR DORPÊÇÊ
Piştî 33 rojên li Rûsyayê, 12’ê Mijdara 1998’an saet li derdora 22.00’an bi balafireke Rêyên Ezmanî yên Rûs, Rêberê Gelê Kurd ku daketî Balafirxaneya Leonardo da Vîncî gaveke wiha avêtibû ku hêzên global ne li hêviyê bûn. Piştî 5 saetên li Atînayê ya 9’ê Cotmehê, Ocalan dîsa li welatekî endamê NATO’yê û Yekîtiya Ewropayê bû. Ji ber biryara girtinê Ocalan ê ku li Elmanyayê hatibû destgîrkirin, li Italyayê serî li bicihbûnê dabû.
Hebûna Rêberê Gelê Kurd a li Italyayê di medyaya cîhanê de dibû manşêt, Wezîrê Karê Navxwe yê Elmanyayê Otto Schîly ji bo vebijêrkên bê ka wê darazeke çawa çêbibe gotûbêj bike çû Romayê. Roja ku wezîrê Elman li Romayê bû, 16’ê Mijdara 1998’an Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê James Rûbîn ev daxuyanî da: ”Em girtina lîderê PKK’ê Ocalan, ji bo têkoşîna dijî terora cîhanî weke gaveke girîng dibînin. Em tevgera hikûmeta Italyayê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Em bawer dikin ku Ocalan were îadekirin û derkeve ber adaletê. Em dixwazin Tirkiye, Elmanya û Italya bi hev re bixebitin.”
Wezîrê Karê Derve Medeleîn Albrîght ku dîtî daxuyaniyên Washîngtonê û zexta dîplomatîk ku sazkar kirine kêr nayên, 19’ê Mijdara 1998’an alîkarê xwe Strobe Talbottî şande Romayê. Rêveberiya D’Alema ku dema hevdîtinê Talbott ji Wezîrê Karê Derve yê Italî Lamberto Dînî re gotî, ‘Demildest Ocalan teslîmî Tirkiyê bikin”, pêşniyar kir ku Ocalan bişînin mêtingeriya wan a berê Libyayê. Lê DYE’yî dibêjin Libya ya ku di kontrola Qeddafî de ye welatekî ”derveyî kontrolê ye”, ji bo îadekirinê, ”Heke ne Tirkiyê be, divê Elmanya be.”
27’ê Mijdarê serokwezîrê Elman Schroder ku bi serokwezîrê Italyayê D’Alema re axivî, piştî ku got, ”Em Ocalan naxawzin”, destê Romayê bêhtir zeîf bû. Wan rojan Rêberê Gelê Kurd digot, ”Bila dadgeheke navnetewî were danîn ku tê de sûcên Tirkiyê jî were dîtin”. Ev teklîfa ku hin rayedarên Elman û Italî jî jî baş didîtin bi zexta Washîngtonê pêk nehat.
D’Alema piştî bi salan di hevdîtinekê de bi van gotinan digot ku Qesra Spî wan rojan ketiye dewrê û got: ”Tirkiye tim li pey hev nota dida, em jî li çareseriyê digeriyan. Wê demê Serokê DYE’yê Bîll Clînton kete dewrê. Telefonî min kir û got, ”Ocalan terorîst e. Bidin Tirkiyê.” Min jî gotiyê, derfeta vê nîne, min bi bîrê xist, berê ji bo ku cezayê îdam3e hebû, kesek nedana wan. Ez dibêjim qey tatmîn nebûbû.
ALBRÎGHT LI MOSKOWÊ YE..
Piştî 66 roj in ku Rêberê Gelê Kurd li Romayê derbas kirî, 15’ê Çile ya 1999’an piştî ku ji Romayê derket û gihaşte Moskowê Qesra Spî daxuyanî da. Şêwirmendê Ewlehiya Netewî Sandy Berger ku di ekîba ‘baz’ a Clînton de bû, bi van gotinan li xwe mikur hat ku ew ji 1999’an ve di pey Ocalan de ne: ”Divê Abdullah Ocalan derkeve pêş darazê û hesab bide. Bi çarçoweya hiqûqa navnetewî û hiqûqa navxwe ya welatê têkildar e, me xwest ku îadeyî Tirkiyê bikin lê Italyayê ev nexwest.”
Piştî bi 10 rojan li stesyona Rûsyayê ji bo ku kar ji rê derneyê, vê carê Wezîra Karê Derve Albrîght wê biketa dewrê. Albrîght ku 26’ê Çile ya 1998’an çûyî Moskowê ji Serokwezîrê Rûs Jewgenî Prîmakow re got, ”Bi me re tevbigerin, deriyên xwe li Ocalan bigirin.” Zexta DYE’yê di nav heftiyekê de encam anî, Rêberê Gelê Kurd pêşî birin Yewnanîstnaê, 2’yê Sibatê jî birin paytexta Kenyayê Naîrobiyê.
NYE: ”EM Ê KURDÊ NEQENC OCALAN BIGIRIN”
4’ê Sibata 1999’an nivîskarê New York Tîmesê (NYT) Wîllîam Safîre nivîsî, ku bi encama îstîxbarata Emerîkî û IsraîlLî ”Kurdê Neqenc Ocalan” wê were girtin. Eynî rojê endamekî CIA’yê li Tirkiyê çû mala Misteşarê MÎT’ê Şenkal Atasagûn. Di wê hevdîtinê de CIA’yê, rasterast bi fermana Serokê DYE’yê Clînton plana operasyonê ya ku wê Rêberê Gelê Kurd bihata hêsîrkirin da ber MÎT’ê.
Di rojnivîska komloya navnetewî ya 4’ê Sibatê de geşedanên li eniya DYE’yê ne tenê bi vê sînordar bû. Wê rojê di Komîteya Lêçûnên Senatoyê de, ku bûdçeya Wezareta Karê Derve dihate gotebêjkirin, Albrîght ku ‘têkoşîna dijî terorê’ ya welatê xwe vedigot, rasterast werza Italya û Elmanyayê dişkand. Albrîght digot, ”Welatên ku Ocalan vedihewînin bila wî radestî adaletê bikin”, gotin dianî ser Elmanya û Italyayê û got, ”Italya û Elmanya ji bo ku Ocalan derkeve pêş darazê rêbazek nedîtin. Li şûna ku ev fersend bi biryararî were nirxandin dudilî bûn û xwe sist kirin. Elmanya, ji bo ku Ocalan were darizandin fersenda ku beriya bi demeke nêz kete destan bi kar neanî. Ji ber vê, em hêvîşikestî bûn.”
QESRA SPÎ: ME ÇAR MEHAN ŞOPAND
Bêguman bi çarçoweya plana ku DYE’yê danî Ocalan biribûn Kenyayê. Di wan rojên piştî 15’ê Sibatê de di nûçe-şîroveyên çapemeniya DYE’yê de, ji bo ku çûna Kenyayê dihate gotin, ”Hilbijartina herî xirab a ku wê Ocalan bikira’. Ji ber ku 7’ê Tebaxa 1998’an di êrîşên bombeyî de yên li Naîrobî û paytexta Tanzanya Darresselamê ku sefîrtiyên DYE’yê bûbûn hedef, ev du welatên cîran ên li herêma rojhilat-navîn a Efrrîkayê bûbûn baregehên CÎA û MOSSAD’ê.
Li gorî çapemeniya DYE’yê wan rojên bi mij û moran ên Sibatê derheqê ên ku diketin balafirehê û derdiketin, ji geşedanên rû didan, ji 100’î zêdetir endamên CÎA’yê yên li Naîrobiyê dihatin agahdarkirin. Bi ser de 15’ê Sibatê ji bo ku Rêberê Gelê Kurd ji avahiya sefîrtiyê ya Yewnan were derxistin jî Qesra Spî wê zext li ser Atînayê bikira. Piştî 15’ê Sibatê DYE’yê her çendî bi fermî red kiribe ku di revandin û hêsîkirina Rêberê Gelê Kurd de ti rola wê nîne, di nûçeyekê de ku 20’ê Sibata 199’an bi îmzeya Tîm Weîner li NYT’ê weşiyayî û xwe spartî kanên Qesra Spî, dihate nivîsîn ku DYE di vê operasyonê de bi roleke girîng rabûye. Rayedarekî Qesra Spî ku navê wî nehatî dayin digot, ”Ji bo lîderê serhildêr ê Kurd Ocalan were girtin 4 mehan me ew şopand.”
BLÎNKEN OPERASYON KOORDÎNE DIKIR
2020’an Gulanê li ser rapora ‘Terorîzma Global’ ku salane tê weşandin Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Abrîgtht nirxandî, li ser hêsîrkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan got, ”Girtina Ocalan sala 1999’an ji bo têkoşîna dijî terorê fêdeyeke zêde da”, bi vê li xwe mikur hat ku DYE yek ji aktorê girîng ê pêvajoya 129 rojan e. Piştî wê bi salekê şêwirmendê wê demê yê Clînton Tony Blînken Çileya 2002’an li ser vê pêvajoyê ku ji bo Kurdan weke ‘rojên ji êgir’ derbasî qeydan bû, bi berfirehî wê wiha bigota:
”Fermana girtina Ocalan Serok (Clînton) da û ez peywirdar kirim da ku geşedanên li ser vê mijarê bişopînim. Serok derheqê operasyonê tim hate agahdarkirin û gav bi gav şopand. Li ser navê serok min operasyon koordîne kir û peywirên CÎA’yê yên li ser vê mijarê min rê ve bir. Her wiha li ser navê Serok min talîmat da hemû welatên têkilldar e bi MÎT’ê re tim xeta vekirî be.”
Sibe: Rista Ingilistan, Israîl, Misir, Elmanya û welatên din..