Dema ku trafîk qelebalix bû bombe hatin teqandin. Di encama teqînan de 2 kes mirin.

Berdevkê polîsên Kabûlê Ferdaws Faramarz ragihand ku di teqîna destpêkê de 4 kes birîndar bûn, di teqîna duyemîn de jî 2 kes mirin, yek jî birîndar bû.

Hate ragihandin ku yek ji kesên jiyana xwe ji dest da şefê polîsan ê navçeyeke paytextê ye.

Bombeya sêyemîn jî li navçeya Paghmanê ya li derdora Kabûlê hate teqandin. Hedefa êrişa bombeyî wesayita polîsan bû.

Heta niha kesî berpirsyariya her sê êrişan li xwe negirtine.