Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Ned Prîce diyar kir ku di mijara sîstema parastina hewayî ya S-400’î de ku Tirkiyeyê ji Rûsyayê kirî ye, helwesta wan neguheriye.

Prîce bi bîr xist ku S-400 li sîstema NATO’yê nayê û destnîşan kir ku li gel ‘berjewendiyên hevpar’ her wiha di navbera wan û Tirkiyeyê de ‘dubendî’ jî hene. Berdevk b bîr xist ku di çarçoveya Qanûna Têkoşîna bi Rêya Pêkanînan a li dijî Neyarên DYE’yê (CAATSA) de pêkanînên di meha Kanûnê de li ser Tirkiyeyê hatine ferzkirin ji ber kirîna S-400’î hîn jî di meriyetê de ne.

Prîce gefa ewlekariyê ya S-400’î ya li ser sîstema parastinê ya NATO’yê bi bîr xist û got, “Û ev yek li berpirsyariyên Tirkiyeyê nayê ku endamekî NATO’yê ye.” Prîce diyar kir ku ew bi israr din ku Tirkiye S-400’î li gel xwe nehêle.

Berdevk anî ziman ku Wezîrê Karên Derve Antony Blînken dikare rojên bê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re hevdîtinekê bike.

Sîstema parastinê ya S-400, ku Rojava jî di nav de ji bo di gelek mijaran de tawîzan werbigire AKP’ê weke amûreke şantajê xiste rojevê, hîn jî bi kar neaniye. Herî dawî Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar anîbû ziman ku ew dikarin vê sîstemê bi kar neynin û amade ne bi rêveberiya nû ya DYE’yê re danûstandinan bikin.

Daxuyaniyên dawî yên Bedevkê Wezareta Karên Derve ya DYE’yê weke bersiva li gotinên Akar tê nirxandin.