Rony Gregory: Pirr muhim e mirov doza azadiya Rêber Apo bike. Pasîfbûn ti hêviyê nade. Hêza me ya guhertina hin tiştan heye. Ev hêzeke mezin dide min. Ji bo min ev gelekî manedar û rast e.

Çalakiyên ciwanên Kurdistanî û înternasyonalîstan ên ji bo rûreşkirina bêbextiya navneteweyî ya 15´ê Sibatê di roja 7´an de dewam dikin. Tevî berf û seqemê 15 înternasyonalîstên Katalan û Spanî, û 25 înternasyonalîstên Elman jî beşdarî çalakiyan dibin. Yek ji van înternasyonalîstan Cristal Rosso ku ji paytexta Spanya Madrîdê tevlî çalakiyê dibe. Ew li Spanyayê di nava tevgera pişgiriya Rojavayê Kurdistanê de ye. 

Ew Madrîdê weke “navenda dîroka zextê û di heman demê de navenda xetên sereke yên siyasî” bi nav dike û bi bîr dixe ku di şerê navxweyî yê Spanyayê de têkoşîneke mezin a li dijî faşîzmê çêbûye. Cristal Rosso sedema piştgiriya bi Kurdan re jî wiha terîf dike: “Ji bo min rewş zelal e. Tiştên dişibin hev hatine serê me hemûyan. Divê em pişta hev bigirin.”

Cristal Rosso Tevgera Azadiya Kurdan gava ku li Portugalê bûye, nas kiriye: “Li wir komuna me heye. Hevalên xwedî rabihuriyeke înternasyonalîst. Hevalên xwedî tecrûbeya têkoşîna azadiya jinê jî hene. Kesên ku haydar in ji konfederalîzma demokratîk li wir hene. Li wir bi hevalan re me minaqeşe kir li ser Rêber Apo û fikrên wî û Tevgera Azadiya Kurdistanê. Wan behsa wî kir ji min re. Li mala ez lê, kitêbên li ser Kurdistanê hebûn. Piştre min kitêbên Rêber Apo nas kirin. Min îlham ji wî girt.”

‘AZADIYA RÊBER APO JI BO MIROVAHIYÊ YE’

Cristal Rosso ev cara ewil e ku beşdarî çalakiya meşa dirêj dibe. Li gorî wî azadiya Abdullah Ocalan û fikrên wî ji bo tevahiya mirovahiyê ne: “Ji ber ku ew ji bo mirovahiyê têdikoşe. Dixwaze dinyayeke alternatîfa sîstema kapîtalîst ava bike. Ji ber wê yekê, azadiya wî ji bo min di avakirina vê dinyaya alternatîf de rêyeke pirr muhim e. Wekî din, gava modernîteya kapîtalîst Rêber Apo êsîr dike, peyamekê dide me, yên ku ji bo dinyayeke çêtir têdikoşin. Ji ber vê yekê, em dizanin ku bi azadiya wî, em ê bi pêştir ve biçin.” 

Ji bo Şoreşa Kurdistanê Cristal Rosso dibêje, “Têkoşîna Kurdan dikare bibe şoreşa me ya bi rastî. Ji ber ku şoreşa bi rastî li Kurdistanê bi gewde dibe. Ya ku Rêber Apo li Kurdistanê ava dike, ez dibînim. Em nikarin bi tena serê xwe modernîteya kapîtalîst tine bikin. Divê em pişta hev bigirin.”

BI HISA EDALETÊ

Rony Gregory ê ji Katalanyayê dibêje, ew bi hiseke xurt a edaletê li nav mala xwe hatiye mezinkirin. Rony Gregory dibêje, ji ber vê jî weke ciwan jî ew siyasî bîrewer bûye û dizane ku divê ferdî û civakî li dijî mêhtingeriyê şer bê kirin. 

Wî Tevgera Azadiya Kurdistanê ewil sala 2014´an bi êrişa DAÎŞ’ê ya li dijî Kobanê nas kiriye. Hingê ew li Londonê bûye û li ser berxwedana li Kobanê wî gelek gotar xwendine. Hingê ji bo ku pişgiriya çalakiyên ji bo Kobanê bike, tevneke pişgiriyê dîtiye. 

Rony Gregory par jî beşdarî çalakiya Meşa Dirêj a ciwan û înternasyonalîstan bûye: “Pirr muhim e mirov doza azadiya Rêber Apo bike. Pasîfbûn ti hêviyê nade. Hêza me ya guhertina hin tiştan heye. Ev hêzeke mezin dide min. Ji bo min ev gelekî manedar û rast e.”

‘BERPIRSYARIYA ME YE JÎ’

Rony Gregory dibêje, şerê li dijî miletê Kurd ê li Rojhilata Navîn dûr jî be, tesîrê li her kesî dike: “Erê her roj bi ser me de bombe nabarin, lê dibe ku zirar li me bibe. Wekî din ji ber şerê li wir, ne yekser jî be zext li me jî tê kirin. Heger em ji Ewrûpayê û welatên din tên, sedema wê ew e ku berpirsiyariyeke me jî heye ji bo diyarkirina rê û rêbazên rawestandina van êrişan berpirsiyariya me jî heye.”

Jixwe, ew dibêje, bi vê berpirsiyariyê ew tevlî van çalakiyan dibe: “Di rewşa giran a pandemiyê de ez hatim vir, ji ber ku ev ji bo min erk e. Ji bo destekkirina milet, pêwîst e ez li vir bin.” 

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA