Li gorî daxuyaniya Îstîxbarata Polîsan a Danîmarkayê (PET) û rayedarên Elman, li dijî kesên ku li ser înternetê madeyên kîmyewî kirîne, operasyon hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniya PET’ê, li banliyoyên paytexta Danîmarka Kopenhagenê, di operasyona dawiya hefteyê de 13 kes hatin destgîrkirin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji van kesan 7 jê bi sûcdariya ‘plankirina êrişa terorîst û tevlîbûna li hewldana çalakiya terorîst’ hatine girtin.

Hate ragihandin ku ev 7 kesên rojên Şemî û Yekşemê di operasyonan de hatin destgîrkirin, hewl dan li ser înternetê teqemeniyê û çekan bikirin. 6 kes jî ji ber ku pêwendiya xwe bi vê hewldanê re heye, doh li Holbaekê derketin pêşberî dadgeriyê.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên Elman jî 2 jê li Danîmarkayê, yek jî li eyaleta Hessenê ya Elmanyayê 3 bira hatine girtin. Dozgeriya Sachsen-Anhaltê diyar kir ku kesên navborî ji Sûriyeyê ne û bi gumana ku ‘çalakiya tundiya giran a gefê li ewlehiya dewletê dixwe’ plan kirine, gumanbar in.

Li gorî heman daxuyaniyê, li bajarê Dessaû yê heman eyaletê di serdegirtinê de 10 kîlo barût a reş, li Danîmarkayê jî pêkhateyên kîmyewî hatine desteserkirin.

Li gorî Der Spîegelê, di serdegirtinên Danîmarkayê de aleke DAÎŞ’ê li mala yekî hatiye girtin hatiye dîtin.

Agahî nehate dayin ku kesên hatine girtin plan dikirin ku li ku êrişê bikin. Li gorî Wezîrê Edaletê yê Danîmarkayê Nîck Haekkerûp li ser welatê wan gefeke mezin a ‘terorîst’ heye.