Parlamenterên Iraqê xwestin ku demek beriya demekê dawî li destdirêjiya dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Iraqê bê anîn.

Sê parlementerê Iraqê Serkewt Şemsedîn, Xalib Mihemed Elî û Kawe Mihemed bi daxuyaniyekê operasyona dagirkerî ya artêşa Tirk şermezar û daxwaz kirin ku demek ji beriya demekê her du serokatiyên hikumetên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo ragirtina wan operasyonên dagirkeriyê yên li ser xaka Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê bikevin nav liv û tevgerê.

Di heman demê de îşare bi vê jî dikin ku ev çend rojin artêşa Tirk bi şêwazê bejayî û hewayî li nav xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê operasyoneke leşkerî daye destpêkirin. Ev yek binpêkirina eşkere ya serweriya xaka Iraqê û zagonê navdewletî ye. Pêwîste hikûmeta Iraqê bi rêya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk bike û hewldanên navdewletî yên li dijî operasyonên leşkerî yên artêşa Tirk a di nav xaka Iraqê bikin yek.

Daxuyanî bi hevoka; “Pêwîste ku dawî li operasyonên leşkerî yên artêşa Tirk a li ser xaka Herêm û Iraqê bê anîn” destpê kir.

Di daxuyaniyê de her wiha bal hatiye kişandin li ser operasyonên leşkerî yê dewleta Tirk ên dagirker a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê û hate gotin ku divê hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê demildest bêdengiya xwe ya li hemberî vê bişkînin û xwedî helwest bin. Dîsa li ser wê mijarê hate gotin ku divê hikûmeta Iraqê li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk bike.

Di beşekî din a daxuyaniyê de îşare bi erkê parlementeran hatiye kirin û wiha pêde çûye: “Erkê ser milê me ye ku em nûnertiya welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bikîn, me sê caran li parlementa Iraqê bi 50 îmzeyên parlementeran bi mebesta ku li ser mijara operasyonên leşkerî û dagirkeriya dewleta Tirk a li Herêma Kurdistanê û Mûsilê li parlementê civînek bê lidarxistin, daxwazek pêşkêşî desteya serokatiya parlementa Iraqê kiriye. Lê mixabin ji ber hesabên hizbî yên hatinî diyarkirin rê nehatiye dayîn ku serokatiya parlementa Iraqê wê mijarê bêxe bernameya kar. Ev yek ji bê rêziya li hemberî vîna gelê me wêdetir e. Em welatiyan piştrast dikin ku em ê di mijara ku li dijî dagirkeriya li ser xaka Herêm û Iraqê ku ji her aliyê bê bêdeng nebîn.”

Di daxuyaniyê de her wiha daxwaz li civaka navneteweyî û bi taybetî Emerîka, Îngîltere û Fransayê hatiye kirin ku ji bo pêşî li çêbûna aloziyê leşkerî û ewlekariyê ya di nava xaka Iraqê ya ji aliyê welatên cîran bikevin nava hewldanê, bi taybetî ku hê jî metirsiya DAÎŞ’ê li herêmê maye û pêwîste hemû hewldan ji bo tinekirina DAÎŞ’ê be.