Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Mûslim got: “Her kêliya ku Rêber Apo di wan şert û mercan de dijî, ji bo me şermekî mezin e.”
Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Mûslim diyar kir ku hêzên komploger piştî salên 1990’an û şûnde xwestin ku Rêberê Gelê Kurd tine bike û got: “Rêbert ji bo tevger û xwe biparêze têkoşîn bi hev re gihand wê astê ku; gelê Kurd li Rojhilata Navîn giha wê astê ku mekanîzmaya aştiyê pêş bixe. Wan nekarî serî ji bedenê qut bike. Ji bo wê sedemê ji sala 2015’an û vir ve tecrîdek giran li ser Rêbertiyê heye. Rê nade ku yek gotinên Rêbertiyê biçe ji derve, ji ber ku di her şert û mercî de rêbertiyê ji gel û tevgerê re dike.”
Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Mûslim bi rasthatina komploya navneteweyî ji ANF’ê re axivî.
‘DI PÊVAJOYA KOMPLOYÊ DE HÊZÊN KOMPLOGER KIFŞ BÛN’
Muslim ê salvegera 22’an a komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir, bal kişand ser armanca hêzên komploger a ji komployê û ev nirxandin kir: “Ev rojeke reş e ji bo Kurdan. Heta ku Rêber Apo li destê wan be, tê wateya ku wê komplo bidome. Ji bo wê tişta ji destê me tê divê bikin. Komplo di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurd û gelên herêmê hate kirin. Di vê pêvajoyê de jî hate nîşandan bê ka komplo ji aliyê kêve pêk hat û kîjan hêzan di nav de cih girt. Ji xwe ev yek bi dehê caran ji aliyê Rêber Apo ve jî hate vegotin û nirxandin.
‘XWESTIN EWILÊ RÊBER APO JI HOLÊ RAKIN’
Pêwîstiya gelên herêmê bi demokrasî û azadiyê hebû. Lê hêzên serwer dixwestin vî gelî li gorî dilê xwe birêve bibin. Ji bo berjewendiyên xwe li ser plana guherînê sala 1995’an kar kirin. Ev hêz ji bo berjewendiyên xwe ji şerê û nakokiyên di nava gelan de sûdê digirin û xwe didin jiyîn. Bi vê yekê wê serweriya xwe ya li ser gel pêk bianîba. Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd şiyar bû û pêşengtî ji vê pêvajoyê re kir. Erka têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan kir. Yê vê pêk anî jî Rêber Apo bû. Ji bo vê xwestin Rêber Apo tine bikin. Rêbertî bi fikir, felsefe, gotin û îdeolojiya xwe pêşengtî ji gel re dikir. Ji bo vê li pêşiya planên hêzên hegemon bû asteng.
Ji bo wê ewilê xwestin ku Rêber Apo ji holê rakin, piştre jî xwestin yekîtiya rêxistinkirî ya di nava gelê Kurd de parçe bikin. Bi vê yekê wê bikaribana gel birêve bibin li gorî dilê xwe. Avakarê herî mezin û pêşengê vê komployê hêzên navneteweyî bû. Tirkiye jî bi erka gardiyantiya komployê rabibû. Heta wê Serokwezîrê demê yê Tirkiye Ecevît gotibû; ‘Bombeyek xistin destê me, em ê çi bikin nizanîn’. Ya îro li Îmralî tê kirin, ne li gorî qanûnên Tirkiye û ne jî yên Ewropayê ne; qanûnên taybet in. Ev ne qanûn, ji ber ku ne qanûn e. Ji ber hêza ku me pişta xwe dayiyê bi berxwedanê bihêz e.Ji bo wê komplo bi ser neket. Ne karîn Rêber Apo tesfiye bikin, ne jî Kurdan parçe bikin. Komplo negihişte endama xwe, lê hê jî didome.”
‘RÊBERTÎ JI OB TEVGER Û XWE BIPARÊZE TÊKOŞÎN KIR Û GEL GIHAND ASTA PÊŞENGTIYÊ JI GELÊN ROJHILATA NAVÎN RE BIKE’
Mûslim qala rola Rêberê Gelê Kurd a di têkbirina komploya navneteweyî de jî kir û ev got: “Piştî sala 1990’î yekan e hewldana wan tinekirina Rêber Apo bû. Rêbert ji bo tevger û xwe biparêze têkoşîn bi hev re gihand wê astê ku; gelê Kurd li Rojhilata Navîn giha wê astê ku mekanîzmaya aştiyê pêş bixe. Rêbertî bi rêya parêzer û dadgehan parêzname gihand gel. Wan nekarî serî ji bedenê qut bikin. Ji bo wê sedemê ji sala 2015’an û vir ve tecrîdek giran li ser Rêbertiyê heye. Rê nade ku yek gotinên Rêbertiyê biçe ji derve, ji ber ku di her şert û mercî de rêbertiyê ji gel û tevgerê re dike.
Ji bo vê hê jî komplo didome. Xwestin pêşiya têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd bigirin, lê bi ser nektin. Şoreşa li Rojava li ber çav e. Projeya Netewa Demokratîk a Rêbertiyê li Rojava kete pratîkê. Ev proje ji bo gelan modela herî baş e tê dîtin. Ji bo vê her roja diçe har û dîn dibe, êrîşan zêdetir dike. Ev êrîş li dijî projeya netewa demokratîk e. Projeya netewa demokratîk wê ne tenê li Rojava li Sûriye û Rojhilata Navîn jî bê pêşxistin.”
‘EM ÇIQAS XWEDÎ LÊ DERKEVIN Û BIPARÊZIN WÊ EWQAS BIGIHÊJE SERKETINÊ’
Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Mûslim li ser ser parastina destkrfiyên Şoreşa Rojava jî axivî û wiha pêde çû: “Çiqasî em xwedî lê derkevin, biparêzin û têkoşîna wê bikin wê ewqas bigihêje serketinê. Ev jî bi rêxistinkirina gel ve pêkan e. Serketina Kobanê encama vê yekê ye. Her çendê azadiyeke ku em dixwazin negihiştibeyê jî, lê azadiyek heye. Bi vê yekê berxwedana Kobanê pêk hat, xwedî lê derket, gihişte serketinê. Em vê rêxistinê çiqasî zêde bikin, gelên din jî tevlî bikin, wê ewqas serketî be. Gel dizane heta niha her tiştê hatî kirin ji bo wê ye.
Li Sûriye gelek hêz hene, çawa ku ew ji bo berjewendiyên xwe li gel te tevdigerin divê tu jî bi heman şêwe li ser esasê fikir û felsefeya xwe bi wan re bikevin nava diyalogê, wê deriyê te ji her kesê re vekirî be. Em Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha me diyaloga xwe bi kesê re negirtiye.
Karê em yê esasî rêxistinkirina civakê û guherandina hişmendiyê ye. Eger ku em vê bikarin pêk bînin, bi çanda xwe, bawerî û rengên xwe em dikarin di çarçoveya projeya netewa demokratîk de bijîn. Lê divê em vê jî ji bîr nekin her kêliya ku Rêber Apo di nava wan şert û mercan de bijî, ji bo me şermekî mezin e.”