Girtiyên PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 79 roj in li ber xwe didin. Çalakî li Mexmûrê di roja 58, li Yewnenistanê jî di roja 41’an de ye.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 16’emîn dewr girtiye di roja 79’emîn de didome.

MEXMÛR

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020’an de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê destpê kir, bi koma 29’an di roja 58’emîn de didome.

YEWNANISTAN

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 41’emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.