Kurdên li bajarê Saratov a Rûsyayê dijî bi civîn û daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Kurdên ku li navenda Otonomiya Çanda-Netewî ya Kurd hatin ba hev li dijî komployê civînek lidar xistin.

Di civînê de serokê Otonomiyê Yaqûb Hamîdov û endamê Meclîsê Miralî Rustamovîç axivîn diyar kir ku armanca koploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmhakirina têkoşîna gelê Kurd û polîtîkayên asîmlasyonê ya li dijî gelê Kurd belav bike.

Di axaftinan de hate gotin ku ti demê gelê Kurd teslîmî komployê nebûye, heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî civînê daxuyanî ji aliyê Komîteya Meclîsa Ciwanan ve hate dayîn. Li ser navê ciwanan Amran Amoyov û Tahir Yûsûbov axivîn û destnîşan kirin ku komplo di roja îro de jî hê didome û li çar parçeyên Kurdisanê êrîş hene. Ciwanan got ku êrîşa li Gerê jî hate kirin di çarçoveya vê konseptê de hetiye kirin.

Ciwanan diyar kir ew ciwanên Kurd ên li Rûsya dijîn, li pişt têkoşîna azadiya gelê Kurd in, wê têkoşînê bilind bikin û bidomîni.”