Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca têkilî komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got, ‘’Pergala êşkence û îzolasyonê ya Imraliyê ji Guantanamoyê derbas kiriye. Lê hemû cîhan liv ê pergala êşkenceyê temaşe dike.’’

cîhan liv ê pergala êşkenceyê temaşe dike.’’Play14:1424:34SettingsPIPEnter fullscreenPlay

Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, pêvajoya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, rola Yekîtiya Ewropa (YE) Parlementoya Ewropayê (PE) û CPT’ê ji ANF’ê re nirxand.  Uca got, ‘’ komplo di şexsê Birêz Oalan de li ser gelê Kurd tecrîd û îzalasyon tê domandin.’’

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca got, ‘’Di vê pêvajoya 22 salan de bê hiqûqî, bê zagonî û bê edalitiyeke mezin li ser Îmraliyê hatiye ferzkirin. Di kesayeta Birêz Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê tên ragirtin de mafên wan ji wan tê girtin û parêzer û malbat jî nikarin biçin hevdîtina wan. Tevî ku mafê her girtiyekê heye ku bi telefonê biaxive jî ji destê wan tê girtin. Her wiha ji bilî çûyîn û hatina ji bo Îmraliyê, name, têkilî û hwd jî bi temamî hatine qutkirin.’’

Uca derheqê komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê wiha pê de çû:

‘’Komploya 15’ê Sibata 1999’an bi qebûlkirina welatên Ewropayê pêk hat.Wê demê li Ewropa jî doza Birêz Ocalan li ser maseyên Ewropa bû, nehate qebûlkirin û di radestkirina wî ya ji Tirkiyê re ku esas ne projeya Tirkiye bû, projeyek hevpar ên delwetên Ewropayê bû, wisa dîl hate girtin û radestî Tirkiye hate kirin. Ev komplo 23 sal in didomin. Tecrîda îro li ser gelê Kurd û êrîş li ser gelê Kurd zêde dibin, her girtîgehek bûye navenda êşkencexaneyan. Kavilkirin û êrîşkariya dewam dike li ser bajarên Kurdan jî parçeyek ji konsepta komployê ye.

‘TEVÎ RAPORÊN CPT’Ê JÎ CÎHANÊ ÇAVÊ XWE JI TECRÎDA LI ÎMRALÎ RE 22 SAL IN GIRTIYE’

Bêdengiya Ewropa tê wateya qebûlkirina siyaseta Tirkiye. Ji ber ku berpirsyartiya dewletên Yekîtiya Ewropa ya li hember Îmralî heye, her kes zane. Ji ber ku Îmralî girtîgehek ku di bin çavdêriya CPT’yê de ye. CPT diçe Îmralî raporê xwe amade dike, dîsa li wir çi dibe vê hemû dike rapor. Ji bo girtina Girtîgeha Guantanamoyê li her derê çalakî hate kirin. Lê îro li Îmraliyê sîstema îzalasyon û êşkenceyê ku Guantanamo derbas dike heye û hê jî didome, kes deng dernaxe. Girtîgehek ku hemû maf jê hatiye girtin e. Tevî vê jî cîhanê çavê xwe jêre girtiye; bêdeng dimîne. Çima ji bo Guantanamo dengê xwe derxistin, lê çima ji bo Îmraliyê ev 22 sal in bêdeng in? Hemû dewletan çavê xwe li vê girtiye.

‘YÊN KOMPLO KIRIN, ÎRO JÎ LI SER KAR IN; ARMANCA ESASÎ RAMANA JIYANA AZAD Û DEMOKRATÎK A BI HEV RE YE’

Îmralî projeyeke ya dewletên komplo pêk anî ye û cihê xwe di komployê de girtine ye. Dîsa heman dewlet in ku li Rojhilata Navîn siyasetê dikin û dixwazin nexşeya Rojhilata Navîn bidin guherandin, sînorên Rojhilata Navîn diyar bikin. Heman dewlet li ser berjewendiyên dewletî li gel Tirkiye têkiliyên siyasî, aborî û bazirganî pêk tînin. Ji ber berjewendiyên dewletî berjewendiyên mirovahî hatine fetisandin. Li vir qala demokrasî, edalet û wekheviyê nake. Bi kurt û kurmancî komplo di şexsê Birêz Oalan de li ser gelê Kurd tecrîd û îzalasyon tê domandin. Dorpêçek mezin heye. Sedema herî esasî raman Serokatî ya jiyana azad û demokratîk a bi hev re ye ku îro bûye modela bi hev re jiyanê. Li dijî sîstema modernîteya kapitalîst a li cîhan û Rojhilata Navîn ku têk çûye, bûye alternatîf. Ev hemû bûye sedem ku êrîş ewqas dijwar bibin.

‘CPT’Ê RAGIHAND KU LI ÎMRALÎ ÊŞKENCE HEYE; JI VÊ YEKÊ CPT Û KE BERPIRS IN’

Di nava 22 salan de gelek carî CPT çû Îmralî. Serdan dikir û rapor amade dikir, lê eşkere nedikir. Bi salan CPT’yê çavê xwe ji êşkenceya Îmralî re girt. Bi salan e ku CPT’ê çavê xwe li tiştên li Îmralî bûne girtiye. Di hewldan darbeya 15’ê Hezîrana 2016’an li Tirkiye êrîşî Îmralî jî hate kirin. Ev yek da nîşandan ku Îrmarlî di hedefek çawa de ye. CPT bi rapora xwe ya herî dawî eşker kir ku li Îmralî êşkence heye û dîsa hemû pîvanên NY û Koseya Parlemetoya Ewropa ya ji Îmralî berpirsin nehatine bicihanîn. CPT û Konseya Ewropa jî ji Îmralî berpirs e. Ji ber ku Konseya Ewropa diyar dike ku divê biryarên CPT’ê bên pêkanîn. Dewletên Ewropa di şexsê Rêber Apo de bazariyekê li ser gelê Kurd û vê rewşê jî dike. Dema mirov di vê aliyê de lê dinêre, girêdana wê ya dewletên navneteweyî jî bi komployê re dibîne. Dewletên Ewropayê 22 salan nikarîn felsefeya jiyana azad, dîsa girêdana gelê Kurd û Serok Apo ji hev qût bikin.

‘ROL Û MÎSYONA RÊBER APO YA PÊVAJOYA AŞTIYÊ DIYAR BÛ; ÇIMA ÎRO LI BER TECRÎDÊ ÇAVÊ XWE DIGIRIN?’

Rol û mîsyona Rêber Apo ya di pêvajoya aştiyê de dinê alemê dît. Cara yekem ragihandin cîhanê û dewletên cîhanê piştgirî dan pêvajoya aştiyê. Herkesê li Amedê guh da peyama Serokatî ya hatî ragihandin, dîsa ragihandina cîhanê ev yek şopand. Gelek dewletan piştgirî kir. Lê îro em dibînin ev tecrîd kûrtir bûye û her kes jêre bêdeng e.

‘NE TIRKIYE NE JÎ DEWLETÊN CÎHANÎ DIXWAZIN PIRSA KURD ÇARESER BIBIN’

Îmralî ji bo gelê Kurd xeta sor e. Herkes jî rol û mîsyona Birêz Ocalan çiqasî girîng e dît. Di hevdîtina xwe ya dawî de gotibû ez amade me ku dewlet bixwaze dikarim di nav hefteyekê de çareser bikim. Lê em dibînin dewlet naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe. Dewletên cîhanê jî naxwaze pirsa Kurd çareser bibe. Ji bo wê jî tecrîda Îmralî li gorî wan e. Eger ku pirsa Kurd çareser bibin, wê dewletên Ewropayê nikaribin çekan bifiroşin Tirkiye. Wê nikaribe bazara çekan li gel Tirkiye bike. Ji bo wê ye çavê xwe li tecrîdê digirin.

‘CPT û KE’YÊ ERKA XWE PÊK NEANÎ, JI BO WÊ GIRTÎ KETIN GREVÊ’

Ji ber ku CPT û Konseya Ewropa, dewletên Ewropa rola xwe pêk neanî, girtiyên doza azadiyê li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ji derveyî çalakiya greva birçîbûnê tiştekî din di destê girtiyan de nîne. Ji bo tecrîda li Îmralî bê rakirin, girtiyan bedena xwe dane ber greva birçîbûnê. Ji ber ku erka li hember Îmraliyê nehate bicihanîn careke din girtiyan li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ketin çalakiyê. Ji bo tecrîd bê rakirin gelek berdêl hatin dayîn, lê ev piştî demekê dubare tecrîd dom kir. Sozên ku berê hatibû dayîn pêk nehatin. Di nava 22 salan de carekê mafê telefonê ji bo Birêz Ocalan hatiye dayîn. Li girtîgehan hemû maf hatine girtin. CPT û Ewropa ji vê yekê sûcdar in.

‘DI ŞEXSÊ RÊBER APO DE LI SER HEMÛ GIRTIYAN TECRÎD HEYE’

Heta di nava girtiyên siyasî de çeteyên DAÎŞ’ê jî hatine bicihkirin. Dixwazin di nava girtîgehan de jî belavbûnekê û astengiyên mezin derbixin. Her roj ji girtîgehan ji me re name tên, pirsgirêkên di girtîgehan de tên jiyîn di asta herî mezin de ne. Ji ber vê ev çalakiyên grevên birçîbûnê rewşa li girtîgehan, di kesayeta Birêz Ocalan de li ser hemû girtiyan tecrîd berdewam dike. Di rastiya xwe de dixwazin bêjin ne tenê Birêz Ocalan di nava tecrîdê de ye tevahiya welat di nava tecrîdekê de ye. Ji ber wê pêwîste hemû gelên li vî welatî dijîn li dijî tecrîdê derbikeve ku ev tecrîd bê şikandin. Em hemû jî dizanin kilîta çareseriyê Îmraliye, Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî de jî got: ‘Di nava hefteyekê de ez dikarim pirsgirêka Kurd çareser bikim’, çima ku em dikarin pirsgirêka Kurd di nava hefteyekê de çareser bikin? Çima em çareseriyê nabînin?

‘DENG BIDIN DENGÊ GIRTIYAN’

Çima em bi operasyonan bersiv didin Birêz Ocalan ê ku dibêje; ‘em dikarin di nava hefteyekê de pirsgirêka Kurd çareser bikin.’ Çima bi hezaran siyasetmedar li vî welatî têne girtin? Çima qayûm tên avêtina li ser şaredariyan? Çima îro li Garê operasyonê didin destpê kirin? dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê, metirsiya li ser Şengal û Rojava ye. Her roj dagirkerî, operasyon û berdewamiya vê siyaseta tunekirina gelê Kurd. Di rastiya xwe de ev jî bersiveke li ser peyama Birêz Ocalan ku em bikaribin pirsgirêka gelê Kurd çareser bikin. Eşkereye ku dewlet naxwaze pirsgirêka gelê Kurd çareser bike, dewlet dixwaze tecrîdê di kesayeta Birêz Ocalan de li ser 82 milyon kesên li vî welatî berdewam bike. Krîza aborî, krîza siyasî û krîza ku roja îro heyî ne tenê li ser Birêz Ocalan e, li ser hemû gelên vî welatî ye. Ji ber wê yekê, çalakiya gireva birçîbûnê ya ku li girtîgehan hatiye destpêkirin, ji xwe rewşa li girtîgehan pir xetereye bi taybet di vê pêvajoya vîrûsa koronayê de. Ew barê ku me pêk neanî îro hevalên li girtîgehan dîsa danî li ser milê xwe. Ji ber wê ev berxwedana li girtîgehan girînge û pêwîste em berxwedana li girtîgehan mezintir bikin. Pêwîste kesên ku ji der ve deng bidin dengê girtîgehan û pêwîste em li ser têkoşîna berxwedêran têkoşîna xwe mezin bikin û tecrîda li Îmraliyê bidin rakirin.

‘JI BO ÇARESERIYÊ LI DÛR NENÊRIN Û NEÇIN, TENÊ BIÇIN ÎMRALÎ’

Çawa ku min despêkê jî got Îmralî kilîta çareseriyê ye, dewleta Tirk û dewletên cîhanê bi rastî bixwazin pirsgirêka gelê Kurd çareser bike, pêwîst nakin dûr biçin welatên ji der ve, tenê biçin Îmraliyê wê pirsgirêk çareser bibe. Ji ber wê ne bi dagirkeriyê, ne bi qetlîamê ne bi komkûjiyê, ne Kurd tine dibe ne pirsgirêka Kurd bi dawî dibe, ne tecrîda Îmraliyê dikare bê rakirin. Ji bo çareseriyek mayînde pêwîste tecrîda li Îmraliyê bê rakirin, ji bo rakirina tecrîdê pêwîste têkoşîna me mezintir bibe, em gelên ji der ve, malbat, kesên aşitîxwaz, kesên dibêjin êdî bese ji vê êşkence, zilm û binpêkirina mafan a li girtîgehan re, li hemberî vê em bibin yek deng li gorî wê têkoşîna xwe mezin tir bikin. Pêwîste em pêşengtiya vê berxwedanê bikin û em mezintir bikin, ji ber wê jî em ê bi hev re vê berxwedana xwe mezintir bikin û careke din ez berxwedana li girtîgehan silav dikim û soza şikandina tedrîdê didin.

‘LI CÎHANÊ GELEK SENDÎKA Û KAMPANYAYÊ NAVNETEWÎ JI BO AZADIYA OCALAN TÊDIKOŞIN’

Îro dema em qala tecrîdê dikin, li cîhanê gelek sendîkayên navneteweyî, gelek kampanyayê navdewletî ji bo azadiya Birêz Ocalan têkoşînê dikin. Ji ber vê dem hatiye ku em bêjin; dem dema azadiya Birêz Ocalan e, dem dema vekirina girtîgeha Îmraliyê ye, dem dema ku azadiya hemû girtiyên siyasî pêş bikeve ye. Ji ber wê em jî dengê xwe bêxin di nav dengê hemû kesên ku dibêjin dem dema azadiyê ye de. Em xebatên sendîkayên cîhanê yê ku ji bo azadiya Birêz Ocalan dest bi kampanyayê kirine silav dikin û jî dibêjin; dem dema azadiya Birêz Ocalan e.

‘JI BO ÎMRALÎ EDALET, JI BO HER KESÊ EDALET’

Kampanya ku me starta wê dayî, li ser van mijaran e. Edalet ji bo her kesî pêwîst e. Îro em dibînin li vî welatî bê edaletiya herî mezin hene, 82 milyon kesên ku li vî welatî di nava bêedalet de dijîn, roj bi roj ji hemû mafên xwe hatiye qutkirin. Dema ku em dibêjin edalet ji bo her kesî wê demê pêwîste em bêjin edalet ji bo girtiyan jî, çawa ku em dibêjin edalet ji bo jinan, ji bo ciwanan ji bo xwezayê. Roja me ya îro li vî welatî em dibînin dijminahiya herî mezin bi mirovahiyê re tê kirin. Hemû maf ji dest hatine stendin, ne tenê qeyûman li ser şaredariyan datînin, li ser zanîngehan jî li ser rêxistinên sivîl û mafên mirovan jî qeyûman didinin. Êdî kêm maye ku qeyûman bavêjin li ser malên me jî. Dem hatiye ku ji vê sîstema siyaseta otorîter re ku dijminê mirovahiyê re bêjin bes e.

Ji ber ku her roj xwezaya me tê talankirin û wêrankirin, her roj li vî welatî jin têne qetilkirin, her roj bi hişmendiya ne tenê qeyûman li ser zanîngehan, dîsa li ser ciwanên me konsepteke cuda tê meşandin. Roj bi roj dixwazin ciwanên me ji jiyanê qut bikin û li qadên madeyên hişbir tê bikaranîn bicih kirin. Dibêjin; ‘Bila tevlî siyasetê nebin bila tevlî karê nebaş bibin’. Rojane ciwanên me direvînin, em ketine rewşeke wisa ku li vî welatî ciwan têne revandin ji bo ku bibin sîxwir zextê li wan dikin û li ser wana siyaset tê meşandin. Dîsa li vî welatî em dibînin zengîn hîn zengîntir dibin, feqîr jî hîn feqîrtir dibin. Îro êrîşî her tiştên xwezayê dike. Dîsa em dibêjin di hemû qadên jiyanê de em edaletiyê dixwazin. Ji ber wê yekê jî îro edalet ji bo Îmraliyê pêwîst e.

‘DI ROJEVA KAMPANYA ME DE EDALET, TECRÎD, BIRYARÊN CPT, KONSEYA EWROPAYÊ HEBE’

Di çarçoveya kampanyaya de, em ê çar mehan derkevin qadan. Em ê xwe bigehînin hemû aliyên ji bo bibe bersivek ji civakê re. Heman demê ji bo rakirina tecrîdê jî em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Di qada dîplomasiyê de jî xebatên me hene, ji xwe demekê bi sefîrên Ewropa re, hem çûna me Konseya Ewropa, dîsa bi qada dîplomasî hevdîtinên cûr bi cûr berdewam dikin. Di aliyê jînê de em xebatên xwe dimeşînin. Giştî em xebatên xwe dimeşinin. Em ê di van xebatê xwe de li ser mijara CPT rapora xwe eşkere dike lê xwedî li biryarên xwe dernakeve nîqaş bikin. Ji ber vê yekê divê em li qadê vê bibêjin, hem CPT û Konseya Ewropa xwedî li biryarên xwe derbikevin. Dîsa di vê demê de DMME’yê ji bo berdana Hevserokê me yê berê Birêz Selahattîn Demîrtaş biryar dabû. Ev biryar ne tenê ji bo Birêz Selahattîn Demirtaş e, li gel wî bi hezaran siyastemedar ji ber ku siyaset kirine hatine girtin. Dîsa 26’ê Nîsanê ji bo Hevserokên me yên berê Birêz Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş û bi sedan hevalên me dosyayên Kobanê vekirine. Ji ber wê di xebatên dîplomasî de hem wê çalakiyên birçîbûnê hem tecrîda Îmraliyê, hem birayara Konseya Ewropa, komîteya wezîran ku di meha Adarê de wê biryar bide li ser Tirkiyeyê, wê xebatên me li ser wê berdewam bike û em ê xebatên xwe li ser doza Kobanê ya ku 26’ê Nîsanê li ser hevalên xwe mezin bikin.

Em bang li her kesê dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin, ji ber ku edalet ji bo herkesî pêwîste, edalet rengan nas nake, zimanan û baweriya neteweyên cuda nas nake. Edalet ji bo herkesî jiyaneke azad e, dema em ê hemû bi hev re qala edaletê bikin pêwîste em ji xwe destpê bikin û li derdorê xwe belav bikin. Pêwîst nake ku hikûmeta AKP pir dûr biçe dewletên Rojhilata Navîn û Latîn Emerîka, dikare li devê deriyê xwe vê pirsgirêka xwe çareser bike, heta ku biçe Emerîka wê biçe Îmraliyê, heta ku Wezîrê Karên Derve biçe welatên Rojhilata Navîn tora xwe bike wê bikaribin biçin Îmraliyê jî vê pirsgirêkê çareser bikin. Heta ku Serokkomar bêje; ‘em ê biçin li ser fezayê’ mizgîniyê bidin, bila em pir dûr heta fezayê neçin em biçin Îmraliyê. Îmralî hîn nêzîktire û ev pirsgirêk hîn zûtir dikare were çareser kirin. Çareseriya van pirsgirêkan hemûyan bi Îmraliyê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê em ê li kolanan bin, êdî kes nikare me li nava çar dîwaran bigre. Hertim dixwazin me îzole bikin lê têkoşîn û berxwedana me wê li qadan mezintir bibe, bi pêşengiya jin û ciwanan em ê bibin qêrîna azadî û edaletê ji bo herkesî bixwazin û edaletê ji xwe destpê bikin û li derdora xwe belav bikin.’’