Berdevkê Walîtiya Heratê Ceylan Ferhat got, ”Em hîn bûn ku derdora 100-200 qeymonî îmha bûne. Ji bo ku em diyar bikn bê ka zirar çi qas e hinek wext divê.”
Berdevk her wiha got ji ber şewatê bi qasî 20 kesan jî rakirine nexweşxanê.
Şewat roja şemiyê li deriyê sînor ê Îslam Kala çêbû. Wezareta Darayî ragihand şewat li qemyonekê derketiye û zû xwe gihandiye hemû qeymonan.
Wezaretê got ji ber şewatê xisareke mezin a darayî çêbûye.
Ji Qabûlê şandeyek ji bo pirsa rûdanê bike çû herêmê.