Neteweyên Yekbûyî (NY) welatên ku hemwelatiyên xwe yên di nav refên çeteyên DAÎŞ’ê de ne û a niha li kampên Bakurê Sûriyeyê de ne wernegirtine bi tundî rexne kir.

Neteweyên Yekbûyî (NY) di serê hefteyê de ji 57 welatan re name şand ku bila hemwelatiyên xwe yên li Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin kontrola hêzên QSD’ê de werbigirin.

Di nav 57 welatan de rexneyên tund li Swêdê hate kirin. Ajansa nûçeyan a Swêdê TT bi Raportorê Taybet ê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Fîonnûla Nî Aolaîn re roporatajek kir.

Aolaîn ji TT’yê re axivî û diyar kir ku jin û zarokên di kampan de di nav şertên giran de dijîn û nexweşî jî li wir zêde bûne. Aolaîn bang li hemû welatan kir ku bila hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê werbigirin.

Li kampên Hol û Rojê yên di bin kontrola QSD’ê de nêzî 65 jin û zarok hene ku têkiliya wan bi DAÎŞ’ê re hene. Piraniya van kesan ji Sûriye û Iraqê ne lê ji 57 welatan 9 hezar û 460 kes jî hene.

‘LÎSTEYA ŞERMÊ’

Welatên wekî Swêd, DYE, Îngîltere, Fransa, Rûsya, Çîn jî hemwelatiyên wan di nav kampan de hene. Aolîn di daxuyaniya çapemeniyê de lîsteya welatên ku xwedî li hemwelatiyên xwe yên li wan kampan dernakevin wekî ‘lîsteya şermê’ diyar kiribû. Fînlandiya, Kanada û Kazakistanê jî hemwelatiyên xwe ji wir wergirtibûn.

Li gorî lêkolînên TT’ê li kampa Rojê ya ku biçûk e 11 jin û 20 zarokên hemwelatiyên Swêdê hene. Hejmara jin û zarokên hemwelatiyên Swêdê yên li kampa Holê jî nayê zanîn. Li gorî texmînan li vê kampê 10 jin û 10 zarokên hemwelatiyên Swêdê hene.

TT: LI KAMPA HOLÊ 31 HEMWELATIYÊN SWÊDÊ HENE

Rayedarên Wezareta Karên Derve ya Swêdê ji bo tespîtkirina hemwelatiyên Swêdê yên li kampan ji hêzên Kurdan agahî xwestiye. Li gorî TT’yê jî li kampa Holê 16 jin, 15 mêr û bi giştî 31 hemwelatiyên Swêdê hene.

Ji ber ku hinek jinan agahiyên xwe yên nasnameyê şaş dane û hinek jê jî reviyane, tê diyarkirin tespîtkirina hejmara rastîn zehmet e. Yek ji sedema ku hejmar tam nayê zanîn jî ev e ku, rayedarên Kurd ji bo rehabîlitekirinê zarokên di nav DAÎŞ’ê de ji kampan wergirtine û li navendên rehabîlitasyonê wan tedawî dikin.

Misteşarê Wezîrê Karê Derve Robert Rydberg jî TT’yê re axivîbû û gotibû, “Ev kes bi îradeya xwe ji Swêdê derketine û tevlî nav rêxistinên terorê bûne. Em nikarin alîkariyê bidin kesan”. Ev gotin jî helwesta Swêdê diyar dike.

Rayedarên Swêdê diyar kiribûn ku ew ê karibin zarokên hemwelatiyên xwe bînin Swêdê lê ew ê dê û bavê zarokan neynin. Aolaîn jî diyar kiribû ku zarokên ji dê û bavê xwe biqetin wê derûniya wan xerab bibe û vê helwesta Swêdê li dijî peymannameyên mafên zarokan a Neteweyên Yekbûyî ye. Aolaîn got ku,”Ev ne problemek wisa ye ku di warê hiqûqî û polîtîk de çareser nebe. Hinek welat hene ku bi hezaran cîhadîst jê çûne, em li hemberî wan welatan nerm in. Lê welatekî wekî Swêdê demokratîk divê karibe vê pirsgirêka hemwelatiyên xwe yên hindik çareser bike.”

Hate diyarkirin Kralîyeta Yekgirtî û Fînlandiyayê hemwelatiyên xwe yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîne welatên xwe.

Li gorî tespîtên ajansa TT’yê jinên ku dewleta Swêdê alîkariyê nade wan bi derfetên xwe sînor derbas dikin tên Tirkiyeyê û piştre diçin Swêdê. Par 4 jin û 8 zarok bi derfetên xwe ji Sûriyeyê hatin Swêdê.

Wezareta Karê Derve yê Swêdê dixwaze vê berpirsyariyê têxe stûyê Rêveriya Xweser a Rojava lê rêveberiyê diyar kiribû nabe ku dê û zarok ji hev werin veqetandin.

Swêd dixwaze rûniştinên darizandinên DAÎŞ’ê li Rojava pêk were. Aolaîn diyar dike ku ev fikreke beredayî ye û welatên ku van fikran diparêzin jî dûrî rastiyê n