Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li gelek bajarên Elmanyayê hate şermezarkirin û hate ragihandin ku sala 2021’ê wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li gelek bajarên Elmanyayê hate şermezarkirin û hate ragihandin ku sala 2021’ê wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

FRANKFÛRT: Çalakiya li Frankfûrtê li ber Konsolosxaneya DYE’yê pêk hat û aliyê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) ve hate lidarxistin. Çalakgeran diyar kirin ku sala 2021’ê wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakî bi qîrîna dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

HAMBÛRG: Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li bajarê Hambûrgê jî li pêşiya Konsolosxaneya Tirk hate şermezarkirin. Di çalakiyê de berxwedana gerîla ya li qada Garê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate silavkirin. DGB Hambûrg, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hambûrgê û komên antî faşîst ên Elman jî piştgirî dan çalakiyê.

KÎEL: Kurdistaniyên li bajarê Kîelê, li pêşiya HBF’ê li hev civiyan û hem komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin, hem jî berxwedana gerîla ya li Garê silav kirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî têkoşîna PKK’ê” hatin qîrîn.

DÛÎSBÛRG: Li bajarê Dûîsbûrgê ji bo şermezarkirina komployê mîtîngek hate lidarxistin. Çalakî bi banga TCŞ û TÊKO-JIN’ê li ber HBF’ê saet di 17:00 de pêk hat. Qisekeran diyar kirin ku Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd e, ew di heman demê de rêberê gelên herêmê û mirovahiyê ye.

BÎELEFELD: Komploya navneteweyî di salvegera 22’an de li bajarê Bîelefeldê bi civînekê hate şermezarkirin. Siyasetmedarên Kurd Osman Ergîn, Felat Heval û bi navê PYD’ê Îsa Rojava axivîn.

MANNHEÎM: Komplo li bajarê Mannheîmê jî hate şermezarkirin. Di çalakiyê de ya li ber HBF’ê hate ragihandin ku gelê Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê her tim li qadan be. Di çalakiyê de ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bang hate kirin û berxwedana Garê hate silavkirin. Bi navê Dîe Lînke Mannheîm Roland Schûst axivî, komploya navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku ew bi Kurdan re ne.