Ji siyasetmedarên Kurd Mehmet Demîr ku lingê komployê yê Ewropayê ji nêz ve şopand û li dijî wê têkoşiya, diyar kir ku dewletên Rojavayî ji tirsa bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nexwestin ew li Ewropayê bimîne.
Mehmet Demîr, ji salên 1970’î ve li Elmanyayê ye. Di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de gelek wezîfeyên girîng pêk anî. Di pêvajoya ku bi 9’ê Cotmeha 1998’an bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê re dest pê kir, yek ji şahidên li Ewropayê ye. Demîr qala rol û helwesta Ewropayê ya wê demê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Demîr bi bîr xist ku piştî darbeya 12’ê Îlonê zêdeyî milyonek mirov ji Tirkiyeyê hatin û xwe li Ewropayê girtin, ku nîvê wan jî Kurdistanî bû.
Mehmet Demîr got, “Hinceta Kurdan a penaberiyê jî ew bû ku sempatîzan, alîgirê Tevgera bi lîderiya Birêz Ocalan bû. Bi sed hezaran mirovî bi vî rengî mafê penaberiyê wergirtin. Ne tenê li Ewropayê, li DYE, Kanada û Awûstralyayê jî statuya penaberiyê dan Kurdan. Lê balkêş e ku ev maf nedan Birêz Ocalan. Her wiha mijareke balkêş e ku piştî dîlgirtina wî, Îtalyayê daxwaza Birêz Ocalan a ji bo penaberiyê qebûl kir. Bi dîtina min, ev yek karakterê bingehîn ê komploya navneteweyî nîşan dide.”
Têkildarî mijara girtina deriyên Ewropayê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Demîr wiha axivî: “Tirsa wan a mezin ew bû ku têkoşîna mirovahiyê ya bi pêşengiya Birêz Ocalan mezin bibe. Di vê demê de jî em dibînin ku nêrîna Birêz Ocalan ku weke modernîteya demokratîk a li dijî modernîteya kapîtalîst tê pênasekirin, dema ku hinekî gihîşt mirovahiyê, encameke çawa diafirîne. Mînak, niha li gelek welatan enternasyonalîst dema ku Birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd nas dikin, ji ber xwe ve çalakiyan li dar dixin. Ewropa ya ku her kesî qebûl dike, çima deriyên xwe li Birêz Ocalan girt? Ji ber ku tevgera bi pêşengiya Birêz Ocalan ji aliyê madî û manewî ve ji aliyê kesî ve nayê birêvebirin.”
Mehmet Demîr anî zima ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe spart gelê xwe, spart dînamîkên gel û wiha dewam kir, “Hêjayî bi bîr xistinê ye; ti tevger û têkoşîn bi qasî Tevgera Azadiyê ya Kurd ji aliyê aborî û siyasî ve serbixwe nîne. her wiha dîtin ku ji bilî tevgera Birêz Ocalan kes nikare civaka Kurd a di bin pîvanên tund ên Îslamiyetê de ye û jinên Kurd ên di bin zexta giran a feodalîzmê de ye, kesekî din nikare azad bike. Ji ber ku ji vê yekê tirsiyan cih nedan wî.”
Mehmet Demîr têkildarî mijarê ev mînak da: “Dewleta Elmanyayê gerîlayên ÛÇK perwerde kir, bi çek kir û bi trenê şand Kosovayê. Heman dewlet, ji tirsa têkoşîna azadiyê ya Rojava, ku dikare bibe mînak ji Rojhilata Navîn û mirovahiyê re, pê re mijûl dibe. Dewleta Elman bi salan e hewl dide alên YPJ/YPG û YBŞ’ê qedexe bike. Di dawiya dawî ev sekna dewletên Ewropayê ya bi serkêşiya Elmanya, Îngilistan û Fransayê ku rola xwe di dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd de heye, wê ji aliyê mirovahiyê ve ti carî neyê jibîrkirin.”