AGEB: Li dijî şerê neheq û dagirkeriya li sê parçeyên Kurdistanê em dengê xwe bilind bikin. Em li ber êrişên li ser HDP’ê rabin.

Yekîtiya Kedkarên Koçber li Ewropayê (AGEB) nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyas3ı yên li ser HDP’ê da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dîktatoriya faşîst bi rengekî topyekûn êrişên xwe bênavber dewam dike.”

AGEB’ê diyar kir ku dîktatoriya faşîst ji bo piştgiriya bi şerê xwe yê neheq ê li dijî gel û tevgera azadiyê ya Kurd piştgiriya şovenîzmê werbigire, bi medya û organîzasyonên xwe yên siyasî, înkarkirina Kurdan sor dike.

Di daxuyaniyê de êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê hate bibîrxistin û hate gotin, “Eşkere ye ku faşîzmê, endamên xwe yên di destê PKK’ê de bûn qetil kiriye. Li Garê li pêşberî gerîla têk çû û di 14’ê Sibatê de Hûlûsî Akar ragihand ku wan xwe vekişandine.

Ji bo vê têkçûna xwe binixumîne propaganda ’13 leşker, polîs û personelên MÎT’ê ji aliyê PKK’ê ve hate kuştin’ kir û bi vî rengî şovenîzm sor kir. Qîma xwe bi vê jî neanî, bi êrişa li ser HDP’ê hewl da têkçûna xwe binixumîne. Li gelek deveran avêtin ser avahiyên HDP’ê û 718 xebatkarên HDP’ê destgîr kirin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 6 sal di ser pêngava ‘têkbirinê’ re derbas bû, lê êriş hîn jî bênavber dewam dikin û hate gotin, “Faşîzma ku li Garê bêçare ma, di her firsendê de êrişî HDP’ê dike. Ev yek jî nîşaneya bêçaretiya wê ye.

Di vê pêvajoyê de ku li her qada civakê têkoşîn bi pêş dikeve, bi sorkirina dijminatiya li Kurdan hem dixwazin têkoşîna wan reş bikin, hem jî hincetên nû ji bo êrişa li ser Kurdan biafirînin.

Li dijî şerê neheq û dagirkeriya li sê parçeyên Kurdistanê em dengê xwe bilind bikin. Em li ber êrişên li ser HDP’ê rabin. Çavkaniya pirsgirêkan faşîzm e, lewma em bang li hêzên têkoşer hemûyan dikin ku nerazîbûnê nîşanî faşîzmê bidin û û em banga têkoşînê dikin.”