Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate ragihandin, ku 2 şivanên beriya du hefteyan dema ji aliyê Sûriyeyê yê herêma Golanê ya dagirkirî derbas bûn hatin destgîrkirin, radestî Sûriyeyê hatine kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li gorî telîmatên hikumeta Îsraîlê, artêşê herdu şivan şand xaka Sûriyeyê.”
Hate ragihandin ku şivan li Kûneytrayê radestî Xaça Sor a Navneteweyî hatin kirin.
Rêveberiya Şamê jî ev agahî piştrast kir û diyar kir ku di berdêla herdu kesan de wan jî ciwanekî Îsraîlî berdane. Hate ragihandin ku ciwanê Îsraîlî beriya çend rojan ‘bi şaşitî’ derbasî nava Sûriyeyê bû bû. Di encama hevdîtinên bi navbeynkariya Rûsyayê de, Îsraîlê roja Çarşemê aktîvîsta Sûriyeyî Nîhal el Moht berda bû.