Ji sala 1964’an heta 2016’an peymana aştiyê ya di navbera hikûmetê û gerîlayên Yekîtiya Çekdarên Şoreşger ên Kolombiya (FARC) de hate îmzekirin ji çaran sê zêdetir piranî sivîl 225 hezar kes jiyana xwe ji dest dan. Bi taybet di dema hikûmeta rastgir de hêzên peremilîter ên pir hatin bikaranîn, derket holê ku bi hezaran cînayetên sivîl ku artêşê pêk anibû, weke ‘windahiyên gerîla’ nîşan dabûn.

Peymana aştiyê ya sala 2016’an hatî îmze kirin ku her çendî bi temamî pêk nehatibe jî, ji aliyê yekîneya taybet a bi navê JEP’ê lêkolînan dike, diyar kir ku tenê di navbera salên 2002-2008’an de 6 hezar û 400 sivîlên hatine kuştin, weke ku ‘di şer de hatibin kuştin’ hatine nîşandan.

Li gorî JEP’ê ku agahiyên xwe dispêre leşkerên berê û sivîlan, di navbera salên 1988-2014’an bi giştî 2 hezar û 249 kes bê daraz hatine îfazkirin. Ji sedî 59’ê van înfaan di dema Ûrîbe navbera salên 2006-2008’ê li ser erkê bûn pêk hatiye. Di dema Ûrîbe de di tevahî şerê navxweyî yê li dijî gerîlayê FARC’ê de yek ji operasyonên herî mezin pêk anîbû. Li gorî vê di demê serokwezîrtiya Alvero Ûrîbe ku rastgir ê, înfazên bê daraz zêdetir bûye, dide nîşandan.

Li aliyê din jî derket holê ku hêzên peremilîter ên demek dirêj li gel gerîlayên FARC’ê şer kirin û qetlîam pêk anîn, endamên artêşa Kolombiyayê sivîlên qetil kirîn, weke gerîla, bazirganên madeyên hişber di şer de hatine kuştin, nîşan dane. Yek ji endamên din ên JEP’ê derxistî holê  ew e ku bi van agahiyên sexte yên leşkeran ‘terfiyên wan hatine asankirin’.

Ligorî lêkolîna komîsyona bi navê JEP’ê, heta niha hejmara leşkerên ku tevlî înfazên bê daraz bûne 2 hezar û 140’ in. Lê heta niha hejmara leşkerên ku tevlî şerê bi FARC’ê re bûne tê texmînkirin ku zêdetirî 200 hezarî re bin.

Ji bo leşker û gerîlayên ku ji bo JEP’ê ya ku piştî pemana aştiyê hatî avakirin û şûnde li xwe mikur hatin, ji ber sûcê kirî li şûna girtinên dayîna cezayên alternatîf tê pêşbînîkirin. Yên ku sûcên xwe îtiraf nekin, wê heta 20 salan bên girtin.