Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê ji bo şeş rojan çalakiya rûniştinê bê lidarxistin. Hunermendên TEV-ÇAND’ê jî wê aktîvîteyên çandî li dar bixin.
Pêngava ‘Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye’ ku 12’ê Îlonê dest pê kir, li Ewropayê dewam dike. Çalakî bi wesîleya salvegera 22’an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji destpêka meha Sibatê ve zêde bûne.
MEHA SIBATÊ BÛ MEHA ÇALAKIYAN
Eyaleta NRW bû yek ji eyaletên Elmanyayê çalakî lê hatin lidarxistin. Piştî meşa 23’ê Çileyê ya bi pêşengiya pêkhateyên YJK-E NRW’ê, di 12-13’ê Sibatê de ji ber salvegera 22’an a komploya navneteweyî bi pêşengiya FED-MED, YJK-E NRW’ê meşeke dirêj û mîtîngeke girseyî hatin lidarxistin. Di 18, 19 û 20’ê Sibatê de jî otobusa ‘Azaadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re’ li gelek bajaran geriya û nêrînên Ocalan ên li ser azadiya jinê, ekolojiyê, konfederalîzma demokratîk bi raya giştî ya Elman re parve kir. Her wiha li gelek bajaran ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî re ji bo azadiya Ocalan name hatin şandin.
BERNAMEYA DEWLEMEND A 6 ROJAN
Di hefteya dawî ya meha Sibatê de jî bi amadekariya FED-MED’ê wê li paytexta eyaletê Dusseldorfê ji bo 6 rojan çalakiya rûniştinê bê lidarxistin. Çalakî wê 22’ê Sibatê roja Duşemê li ber Parlamentê dest pê bike û 27’ê Sibatê roja Şemiyê jî bi mîtîngeke girseyî bi dawî bibe. Di çalakiyê de her roj wê siyasetmedarên Kurd sîstema Îmraliyê, dewamiya komploya navneteweyî û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binirxînin, agahiyê bidin raya giştî. Çalakî wê her roj saet di navbera 12:00-17:00 de pêk were û hunermendên TEV-ÇAND’ê jî wê tevlî bibin.
FED-MED’ê li ser çalakiyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin,”Ji bo azadiya Rêberê me, em hewl didin bi hemû pêkhateyên federasyona xwe bi xurtî tevlî pêngavê bibin. Bi rêya çalakiya rûniştinê ya ji 6 rojî em dixwazin pêngava ‘Dem dema wê ye’ xurtir bikin.” Di daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyên li eyaleta NRW’ê hate kirin ku tevlî çalakiyê bibin.
Bernameya rojane ya çalakiyê wiha ye:
22’Ê SIBATÊ ROJA DUŞEMÊ
Qiseker: Engîn Sever, Nûrsel Aydogan
Hunermend: Seyîtxan, Cewad Merwanî
Cih: Pêşiya Parlamentê
23’Ê SIBATÊ ROJA SÊŞEMÊ
Qiseker Besîme Konca
Hunermend: Denîz Deman, Alî Îkîzer, Diyar Dersim, Hozan Şemdîn, Serhat Med
Cih: Corneliusplatz
24’Ê SIBATÊ ROJA ÇARŞEMÊ
Qiseker: Lezgîn Botan
Hunermend: Bengîn Agirî, Hozan Navdar, Selhat Gimgim
Cih: Friedrich-Ebert-Straße 34-38 (DGB Haus)
25’Ê SIBATÊ ROJA PÊCNŞEMÊ
Qiseker: Tûgba Hezer
Hozan: Xelîl Xemgîn, Memo Yapiştiran, Narînxan
Cih: Stromstraße 24 (Pêşiya qenala WDR)
26’Ê SIBATÊ ROJA ÎNÊ
Qiseker: Yildiz Fîlîmcî
Hunermend: Memo Gul, Hozan Kawa, Zahîr Loran
Cih: Wasserstraße 5 ( CDU)
27’Ê SIBATÊ ROJA ŞEMIYÊ
Cih: Pêşiya Parlamentê, saet di 12:00-15:00 çalakiya rûniştinê
Saet di navbera 15:00-17:00 mîtînga girseyî



