Duh du kolber li ser sînorê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber gulebaran hêzên rejîma Îranê ketin nava rûbar xeniqîn.

Li gorî agahiyên Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) duh 2 kolber ên bi navê Îskender Mihemed ê 35 salî û niştecihê gundê Bestê yê girêdayî herêma Pişder a Başûrê Kurdistanê û Ebûbekir Mihemedî ê 36 salî xelkê gundê Goreşîr a girêdayî bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber gulebaran hêzên rejîma Îranê ketin nava rûbar û xeniqîn.

KMMK’ê her wiha ragihand ku her 2 kolber dema di navbera gundên Goreşîr ên Serdeştê û Şênê ya Piştder re derbas dibin, ketin kemîna hêzên rejîma Îranê û gule li wan hate reşandin. Ji ber wê her 2 kolber ketin nava rûbarê Qasimreş û xeniqîn.

KMMK’ê di dawiyê de ev agahî jî parve kir, ku termê yek ji wan kolberan hatiye dîtin û yê din hê jî ne diyare.