Biryarnameya ‘azadiyê fikrê’ ya ku Mehmûd Abbas weşandiye, parçeyekî muzakereya li Kahîreyê ye ya ku di navbera rêxistinên Filîstinê de hatibû kirin.
Li gorî biryarnameya hilbijartinê ya ku Serokê Rêveberiya Filîstinê Mehmûd Abbas di 15’ê Çileyê de îmze kiriye, hilbijartina giştî wê di 22’ê Gulanê de û hilbijartina seroktiyê jî wê di 31’ê Tîrmehê de pêk were.
Hamasa Îslamî û El Fetîhê di serê meha Sibatê de li Kahîreyê ji bo metoda girîng a hilbijartinê li hev kiribûn.
Di vê peymanê de avakirina ‘dadgeheke hilbijartinê’ û di dema dengdayinê de hurmeta li hemberî ‘azadiya giştî’ diyar dike. Hemû fraksiyonên li Filîstînê li hev kirin ku wê li hemberî encama hilbijartinê hurmetdar bin.
Bi biryarnameya Mehmûd Abbas re destgîrkirin û lêpirsînên li ser azadiya fikrê yên li Şerîaya Rojava û Xeta Gazzeyê hatin qedexekirin. Hate diyarkirin kesên bi heman hincetan hatine girtin jî wê serbest werin berdan.
Di 14 salên borî de parêzvanên mafên mirovan diyar kiribûn ku Hamas û rêveberiya Filîstînê zextan li mûxalifan dikin.