Di daxuyaniya delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî de hate gotin, “Tecrîd li tevahiya welêt belav bûye û belavbûna vê rewşê li qadeke welê berfireh nîşan dide ku dîktatorî mayinde dibe.”

Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî, mîsyona îsal a delegasyona aştiyê ya ku her sal hewl dide bişîne Îmraliyê, îsal li ser înternetê pêk anî. Piştî civîna 2 rojan daxuyaniyek hate dayin û rapor hate amadekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Beşdarên Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî Îmrali 2021 ku îmzeya xwe li jêrê heye, niha jî ji ber şewba Covîdê mîsyona xwe ya du rojan li ser înternetê pêk anî.” Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku armanca serdanên wan ên ji bo Tirkiyeyê ew e ku piştgiriyê bidin jinûve destpêkirina pêvajoya aştiyê ya navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rayedarên Tirkiyeyê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku civîn dewama kevneşopiya heyetên Îmraliyê ye ku salê dawî diçin Tirkiyeyê û hate gotin, “Em bi rengekî eşkere destnîşan dikin ku şertê sereke yê jinûve destpêkirina vê pêvajoyê, rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”

Delegasyonê diyar kir ku heyetên wan beriya hevdîtinê, ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê bibînin, bi rêk û pêk nivîs ji Wezîrê Edaletê yê Tirk Abdulhamît Gul re nivîsîne û ji Gul xwestine ku bi rêya înternetê hevdîtinekê bikin, lê heta niha bersiv ji wan re nehatiye dayin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi rêxistinên mafên mirovan, sendîka, rêxistinên jinan, rêxistinên parêzeran, rêxistinên piştevaniya bi girtiyan re, partiyên siyasî û nûnerên koma hiqûqî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin hatine kirin û hate gotin,” Heyet wê li ser daneyên bi dest xistine, dema bê raporekê amade bike.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku ji hevdîtinan ev encam hate bidestxistin:

* Şert û mercên esaretê yên li girtîgehên Tirkiyeyê, bi rengekî eşkere mafên jinê, sendîkayî û siyasî binpê dikin. Civaka navneteweyî jî ji nedîtî ve tê.

* Peymanên navneteweyî yên ku Konseya Ewropayê ji bo mafên mirovan diyar kiriye, bi giştî û li girtîgehan tên binpêkirin. CPT piştî serdana xwe ya Gulana 2019’an a li girava Îmraliyê, di rpaora xwe ya meha Tebaxê de diyar kiribû ku divê rejîma girtîhiştinê ya girtiyên cezayê muebbetê li girtîgehên Tirkiyeyê li wan hatiye birîn ji nû ve bên nirxandin û tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Rapora CPT piştre ji aliyê Komîteya Daîmî ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ve hate pejirandin.

* Rayedarên Tirk ne tenê daxwaz ji nedîtî ve hatin, her wiha tecrîda li Îmraliyê kûrtir û girantir kirin. Ji 22’ê Nîsana 2020’î û vir ve bi Abdullah Ocalan re ti hevdîtin nebûye. CPT meha Çileyê di serdana Tirkiyeyê de nexwest biçe Girava Îmraliyê, lewma CPT neçar e ku çima nexwest biçe Îmraliyê û çima nerazîbûnê nîşanî vê nêzîkatiya jinedîtî hatina daxwazên xwe nade.

* Serokê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di serdana xwe ya Tirkiyeyê de li Zanîngeha Stenbolê doktora faxrî wergirt ku di vê demê de ewqas pêşniyarên akademîsyenan hene. Ev nêzîkatiya serokê DMME’yê serxwebûn û bêalîtiya DMME’yê bi rengekî giran dixe nava rewşeke metirsîdar.

* Têkildarî girtina saziyên jinan û astengkirina mafên civakî yên jinan em hatin agahdarkirin. Me çîrokên giran gihîst ku bi giranî otorîterên bu unîforma dest diavêjin jinan. Her wiha agahî û belgeyên li ser zêdebûn zilma li girtîgehan di asta hovîtiyê de, zêdebûnz zordariya li sendîkavan û parêzeran û binpêkirina mafên siyasî ji me re hatin ragihandin. Em hîn bû ku mirov ji aliyê polîsan ve tên revandin û windakirin, bi hinceta şewbê mirovên ku sûcên giran kirine hatine berdan û mirovên daxwazên demokratîk dikin, her çalakiyeke wan weke ‘terorîzmê’ hatiye pênasekirin. Beşdarekî rewşa heyî bi gotina ‘Em êdî naxwazin cesed radestî me bên kirin’ vegot.

* Ji bo şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê ji 27’ê Mijdarê ve greva birçîbûnê heye ku em jê bi fikar in. Eger hikumeta Tirk bersivê nede, dibe ku ji ber grevên birçîbûnê mirov jiyana xwe ji dest bidin, divê xwe ji vê vebigirin.

* Muxatabên me diyar kirin ku zêdebûna binpêkirina mafên mirovan li tevahiya welêt û girankirina tecrîdê bi hev ve girêdayî ne. Belavbûna tecrîdê li tevahiya welêt tê wateya belavbûna dîktatoriyê li qadeke berfireh û hewldana mayindebûna dîktatoriyê.

Siyasetmedarê Îzlandayî Ögmundur Jonasson, parêzera Îngiliz Melanie Gingell, edîtora Îtalî Laura Quagliuolo, siyasetmedar û aktîvîsta mafên mirovan a Skoç Roza Salih, Alîkara serokê Li dijî Faşîzmê bibin yek Barones Christine Blower, sendîkavan Clare Baker, akademîsyen Dr. Radha D‘Souza, akademîsyen Dr. Thomas Jeffrey Miley, rojnamevan, nivîskar û aktîvîst Rahila Gupta, Sekreterê Giştî yê Dadgeha Daîmî ya Gelan û doktor Gianni Tognoni beşdarî civînê bûn.