Kongreya Star a kantona Hesekê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist. Bi hezaran jinên kantona Hesekê tev li meşê bûn. Meş ji ber avahiya Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a navçeya Til Temirê dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên şermezarkirina bêdengiya navdewletî der barê dagirkeriya Efrînê hatin hildan.

Meş li Stada Şehîd Bilind veguherî mitîngê. Mitîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê yek ji rêveberên Koordînasyona Kongreya Star Mûna Yûsif axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hincetên derew Efrîn dagir kir, bi navê îslamê sivîl revandin, kuştin û tecawiz li jinan kirin û li beramberî vê yekê jî hemû hêzên navneteweyî bê deng in û bi bêdengiya xwe îsbat kir ku destê wan jî di dagirkirina Efrînê de heye. 

Mûna diyar kir ku gelê Efrînê û şervanên YPJ/YPG`ê li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe da û ji hemû cîhanê re îsbat kir ku her çi bibe jî lê Efrîn dê rizgar bibe û heta niha berxwedan didome.

Mûna di axaftina xwe de got dewleta Tirk a dagirker demografyaya herêmê diguhere, malbatên çeteyan li şûna niştecihên resen bi cih dike û bi vê yekê dixwaze serdema Osmaniyan ji nû ve li herêmê vejîne.

Mûna Yûsif di dawiyê de tekez kir ku Efrîn dê bi saya îrade û hêza jinên azad rizgar bibe.

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û jinên azad bi dawî bû.