Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) pankart bi avahiya SPD’ê ya li Hannoverê ve daliqandin û piştgiriya hikumeta Elman a ji bo dewleta Tirk şermezar kirin.

Aktîvîstên TCŞ’ê li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê, pankarta bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re, qedexeya li ser PKK’ê bi dawî bikin” bi avahiya SPD’ê ve daliqandin.

Ciwanan piştgiriya leşkerî û siyasî ya hikumeta Elman a ji bo dewleta Tirk şermezar kirin.

Ciwan her wiha li ber tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û xwestin azad bibe.