Binpêkirinên mafê mirovan û azadiya derbirînê yên li Başûrê Kurdistanê li paytexta Norweç Osloyê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Di çalakiya ji aliyê Komîteya Başûr a Norweçê ve hate organîzekirin de, binpêkirinên mafên mirovan, girtina rojnamevan, binpêkirina mafê derbirînê yên li Başûrê Kurdistanê li pêşiya Parlementoya Norweçê protesto kirin.

Dı axaftinên hatin kirin de, hate gotin ku divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê rêz ji mafê derbirîn, mafê demokrasiyê re bigire, divê rojnamevanên girtî û siyasetmedaran berdin.