Çalakiya rûniştinê ya li Stûttgartê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, doh bi mîtîngekê bi dawî bû.

Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê bi mîtîngekê bi dawî bû.

Çalakî li qada Kobanê ya li Stûttgartê bi dirûşma “Azadî ji Rêber Apo re” pêk hat.

Çalakiya rûniştinê bi beşdariya Kurdên li Stûttgart, Heîlbronn, Phorsheîm, Freîbûrg û pêkhateyên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan bi dorvegerî hate meşandin.

Di çalakiyê de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin û raya giştî hate agahdarkirin.

Çalakgeran berxwedana Garê silav kirin û diyar kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê çalakiyên xwe dewam bikin.

Mîtîng bi daxuyaniyekê bi dawî bû.